Cedandin tên xebitandinê ku Îranê bikişînine nava opêrasîyonên berfireh:şirovekirina îranzan

Alîyên îsrayêlî û îranî nava elametîyên xweda îzbat dikin wekî diqewime di navbera herdu welatada şer hebe, lê pirs ewe, ku pevçûyînên çi cûreyî dikarin hebin, nenihêrî wê yekê,wekî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û cêrge hêzên mayîn dijî şerê berfirehne.
Wextê hevpeyvîna tevî “Armênprês” ê, fikira wî cûreyî îranzan Nivêr Davîtyan raber kirîye, dema ku ewî derheqa elametîya wekîlê wezîreta Îranêye karên derda şirove kirîye, bi kîjanê ewî gotibû wekî di navbera Îsrayêlê û Îranêda dikare şerê mezin destpêbe.
“Elametîyên alîyên Îranê şedetîyê didin wekî armanca Têhranê tune ku dijî Îsrayêlê opêrasîyonên berfireh mîyaserkin, lê bi wê yekêva tevayî dibêjin wekî piştî kuştina rêberê HAMAS ê Îsmayîl Hanya gavên bersivdayînê wê hebin.Van axirîya rêberê Îranêyî ruhanî Elî Xamênêy derheqa “Paşdavekişandina stratêcî” xeber dida, lê dirêjbûna wedê cabdayînê hema li gorî wê yekêye. Bi taybetî ew yek jî tiştekî êfêktîve, wekî cimeta Îsrayêlê û artêşa wê eva serê sê hevtîyaye nava halê sincirîda hîvîyêne”,- Davîtyan gotîye.
Ewî serda zêde kirîye,wekî ji alîyê çapemenîya Rojavayêda tê gotinê,wekî Îran ji stratêcîya xwe paşda sekinîye, wekî bi saya mîsîya amêrîkî danûstandinên dora agirbesta li Gazayê dikarin li ser wê yekê tehsîrkin û Îran dikare birîyara xwe betalke, lê Têhran li ser wê fonê derheqa gavên xweda bîr tîne. Derheqa wan gavada meriv tenê dikare bifikire, çimkî planên wan bona tu kesî eyan nînin.Elametîya Îranêye duemîn îzbat dikir,wekî Îranê zemanê anegorda bersivê bide.Nenihêrî wê yekê,wekî armnca Îranê tune ku opêrasîyonên brfireh mîyaserke, lê ew bona wê yekê amadeye”,-pispor gotîye.







