
Serokkomarê Îranê yê nû Mesûd Pîzîşkîyan fermana destpêkirina karî ji bo perlamantarê kurd Ebdilkerîm Hesenzade wek cîgirê serokkomarî derxist, ku wê ji doza pêşxistina gundan û deverên dûr berpirsyar be.
Hesenzade, ku endamê lijneya avedankirinê û nûnerê şêniyên bajarên nexede û şinoyê yên Rojhilatê Kurdistanê li parlamana Îranê ye, dibe yekane parlamanterê kurd û sune di kabîneya 14 ê ya hukumta Îslamî ya Îranê de ku, piştî şoreşa Îslamî ya Îranê vî postê bilind yê Komara Îslamî ya Îranê werdigire.
Pîzîşkîyan di fermana xwe ya komarî de nivîsîye, “Ezmûna bişîyan û sozên Ebdilkerîm Hesenzade sedem bûn ku ji bo vî postî bê raspartin û biryara destpêkirina karî jê re bê derxistin”.
Biryara Pîzîşkîyan roja duşemê derketîye û tê de hatîye: “Bi merema baştirkirina jîn û jîyara gundîyan û pêşxistina gundan û tekezkirina li ser rolê gundîyan ji bo bidestxistina aborekî bihêz û mûkom, biryara cîgirê serokkomarî hatîye derxistin ji bo ku çavdêrî û serperiştîya karan û hevahengîya bi dezgehên peywendîdar re bike”.
Ebdilkerîm Hesenzade li sala 1980 ê li bajarê Nexedeyê yê parêzgeha Ûrmîyê ya Rojhilatê Kurdistanê hatîye ser dinyayê, û kesatîyekî sîyasî yê kurd e ji desteya çaksazîxwazên Îranê.







