
Fermandariya opêrasîyonên hevbeş ya Îraqê ragîhand, drona ku li Kerkûkê hatîye xistin ya Tirkîyayê ye.
Fermandarîya opêrasîyonên hevbeş ya Îraqê li ser xistina dronekê li Kerkûkê daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîyê de hat eşkerekirin ku berîya xistina dronê hevpeymanîya navneteweyî ya li dijî DAIŞ ê hatîye agahdarkirin û di destpêkê de ew dron nehatîye naskirin.
Li gorî daxuyaniyê dron seheta 10:30 î hatîye xistin.
Di daxuyanîyê hat eşkerekirin ku dron li ser taxa Tisînê ya Kerkûkê hatîye xistin û dron ya artêşa Tirkîyayê bûye.
Hat ragihandin ku li ser xistina dronê lêpirsin hatîye destpêkirin.
Li alîyê din, alîkarê fermandarê parastina asmanî ya Herêma Bakûrê Îraqê Ebdulselam Hemûdî Remezan jî li cîhê ketina dronê ji rojnamegeran re axivî.
Ebdulselam Hemûdî Remezan da zanîn ku hêzên parastina asmanî ya Îraqê droneke Tirkîyayê ya ji asmanê Silêmanîyê ber bi Kerkûkê ve dihat xistîye xwarê.
Li gorî gotina Ebdulselam Hemûdî Remezan, drona Tirkîyayê bi çek û bi fermana hêzên parastina asmanî ya Îraqê hatîye xistin.
Çi bûbû?
Serê sibehê dronek li asmanê Kerkûkê hatibû xistin.
Berdevkê polîsê Kerkûkê Amir Nûrî li ser bûyerê ji Tora mêdyayî ya Rûdawê re axivîbû û gotibû:
“Sîstema parastina asmanî îro seheta 11:00 a dronek xist xwarê ku li asmanê Kerkûkê digerîya.
Droneke mezin ya çavdêrîyê ye lê em nizanin bê ya kîjan welatî ye û ji kû derê hatîye Kerkûkê.
Artêşa Îraqê ew dron li nêzîkî nehîya Çîmenê kir hedef û li taxeke Kerkûkê ket xwarê”.
Li gorî agahîyên ku Amir Nûrî dane, xistina dronê nebûye sedema xisarên madî û canî.
Amir Nûrî her wiha dîyar kiribû ku artêşa Îraqê ji bo tesbîtkirina xwedîyê dronê lêkolînan dike.
Drona hatîye xistin cûreya UVA AKSUNGUR e û wekî ANKA- 2 jî tê zanîn.
Divê bê gotin ku heta niha berpirsên Tirkîyayê li ser xistina dronê ti daxuyanîyên fermî belav nekirine.







