Ermenîstan hindava komplêksên topbarandinêyê ATAGS ê hewaskarîya xwe dide kifşê

Komara Ermenîstanê hewaskare ku beşeke komplêksên topbarandinêye bi navê ATAGS ji Hindistanê dest bîne.
Li gorî ragîhandina “Armênprêssê” ê, derbare wê yekêda serokê înstîtûta Hindistanêye lêkolînên parastinê Sûdayî Çînoy gotîye Sputnik Armênîya ê.
Ev koplêks li Hindistanê tên çêkirinê û ew gelekî açixin. Alîyê ermenî şeş komplêksên wî cûreyî kirîne û gelekî razî mane”,- Sûdan Çînoy gotîye, wekî Dêlîyê îdî komplêksên radîyolokasîyon şandine Yêrêvanê û ev peyman jî bahê 40 mîlyon dolarîye.
Sûdan Çînoy usa jî serda zde kirîye, wekî Ermenîstanê hindava komplêksên rokêtaye Pinaka yê hewaskarîya xwe daye kifşê. Bi fikira wî, potênsîyala Ermenîstanêye pêşxistina parastinê heye, bingeha kîjanê roja îroyîn li ser startapa hatîye merkezkirinê.
“Li Ermenîstanê sê kompanyayên wî cûreyî hene û ew yek li gorî dewletê hindik nîne. Li Hindistanê 120 kompanîyayên wî cûreyî hene, Yêrêvan û Dêlî dikarin hevkarîya aktî îzbatkin”,- Çînoy gotîye.







