SerekeSîyasî

Cîguhastina ardû ji Adirbêcanê berbi Îsrayêlê dijî sîyaseta dostîyêye: parlamêntvanê  îranî

Endamê komîsîya parlamênta Îranêye ewlehîya miletîyê, Fedehusêyn Malîkî gotîye wekî şuxulkarîya kompanîyayên brîtanî û Îsrayêlêye li Adirbêcanê behra Kaspîyê dane qirêjkirinê û ew yek dijî xalên konvênsîya Têhranê û qayîlnivîsarên di navbera Têhranê û Bekûyêye. Derbarê wê yekêja ajansa Mehr ê nivîsîye.

“Serokê Îranê gerekê bi xwe beşdarî civîna COP29 bibûya, lê rûyê beşdarbûna nevsê fermî, yê rêjîma sîonîstîda ew beşdar nabe”,-parlamêntvan bîr anîye.

Ewî gotîye, wekî Adirbêcanê borcdarîyên xweye bona parastina behra Kaspîyê, yên li ser bingeha konvênsîya Têhranê neqedandîye.

Malîkî serda zêde kirîye,wekî ew pirs wê li civînê bê gotûbêjkirinê.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî dijwarîya here sereke amadebûna kompanîyayê anglo-sîyonîstîye li Adirbêcanêye, yên ku bi armanca cîguhastina ardû, ya berbi Îsrpayêlê li wirin, lê ew yek dijî sîyasetîya dostîyê û konvênsîya Têhranêye.

“Em hîvîyêne wekî wezîreta karên der, ajansa parastina dor-bera û wezîreta ênêrgêtîkayê wê raporta derbarên teribandinên Adirbêcanêda raberkin.Emê dîna xwe bidine wê yekê”,- parlamêntvan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button