Sargîs Galistyan bona sîxûrîyê 18 sal cezayê girtinê stendîye

Li gorî biryara dadgehê, nevsê Qerebaxêyî berêyî fermî Sargîs Galstyan bi sûcê sîxurîyê hatîye gunehkarkirin û 18 sal cezayê girtîgehê lê hatîye birîn. Li ser vê yekê ji aliyê dozgeriyêva ji “Armênprêss” rа hatîye ragîhandin, ku dozgerê giştî daxwaza cezakirina heta-hetayê kirîye, lê dadgehê 18 sal ceza daye.
Ewî mijdara sala 2020 î bi karmendekî îstîxbarateke taybet ya welatekî bîyanîra pêwandî danîye û bi navê kod “Sarxan” qebûl kirîye sîxûrîyê bike.
Galistyan di salên 2020-2023 a da li ser nifûsa Qerebaxa Çîya, rewşa wan, helwêstên nûnerên rayedarên Qerebaxê û Ermenîstanê û her weha di bûyerên li Qerebaxê li ser piştgirîya leşkerî ya Ermenistanê agahî berhev kirine û şandine.
Piştî ku Qerebaxa Çîya ji niştecîhên wê hat valakirin, ew bi jina xwera li Stêpanakêrtê ma û karên xwe yên sûcdar berdewam kir û agahîyên din yên li ser gelê ermenî ji sêrvîsên îstîxbarata bîyanîra gîhandin.
Di çapemenîyêda agahî hatin belavkirin ku Sargîs Galistyan ji alîyê rêvebirîya serokkomarê Adirbêcanê Îlham Alîyêvda ji bo wekîltîya Stêpanakêrtê hatîye wezîfedarkirin, lê birazîyê wî ev agahî çawa ya nerast navkir.







