H’emû nûçeSereke
GRECO serkeftinên Ermenîstanê di sala dawî de di warê pêşîlêgirtina gendeliyê di nav dadger, wekîl û dozgeran de erênî nirxand

Di rûniştina giştî ya 98emîn a GRECO yê de (18-22 mijdara sala 2024 a), di encama reformên din û her weha şêwirên zêde yên di navbera şanda bi serokatiya serokê şanda Ermenîstanê ya GRECO ê, cîgirê wezîrê dadê Karên Karapetyan û sêkrêtariya GRECO e, sê pêşniyarên din wek têrker hatin nirxandin.
Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, wezîreta dadê ya Ermenîstanê li ser vê yekê agahdar dike û tekez dike ku bi vî awayî Ermenîstan qonaxa nirxandina qonaxa çaremîn ya GRECO ê bi encamdana 6 pêşniyarên qismî û 12 pêşniyarên bi tatmîn temam dike.







