Ji ber hewcedarîyên diravên bîyanî, wê sala bê Ermenîstan zêdetir dolar deyn hilde: wezîr

Dibe ku giranîya deynê dram di tevaya deynê Ermenîstanê wê sala bê hinekî kêm bibe, hukumet, li ser bingeha hewcedarîyên diravên bîyanî, nîyet dike ku di sala 2025 a de ji îsal bêtir deyn dolaran hilde.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, wezîrê fînansa yê Ermenîstanê Vahê Hovhannîsyan di civîna çapemenîyê ya salane de ragîhand.
“Li gor bernameya dayîna deynan ji sala 2025 a pê ve bi qasî 1,6 milyard dolar dayîna serekî, nêzîkî 780 mîlyon dolar jî xizmetê heye”.
Li ser çavkanîyên fînansekirina kêmasîyê jî wezîr gotye ku tê plankirin ku beşek wê bi dayîna yêvrobond, beşek ji deynên piştgirîya byûcêyê û beşek jî bi weşandina bonûsên herêmî bê fînanse kirin.
“Heger di van salên dawî de giranîya deynê xwe yê diravî ku gihîştîye 48 selefî zêde kiribe, sala bê wê li gorî daxwaza pereyan hinekî kêm bibe. Yanî li gorî hewcedarîyên diravî, me biryar da ku sala bê em ê ji îsal bêtir deynê dolaran deyn hildin”,- wezîr dîyar kirîye.







