
Berdevkê encûmena niştimanî ya kurd ya Sûrîyayê Feysel Yûsif gotîye: “Serok Barzanî tenê piştgirîya encûmena niştîmanî ya kurd ya Sûrîyayê nake, piştgirîya hemû gelê kurd dike”.
Serok Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê bi şandeya serkirdayetîyê ya encûmena niştimanî ya kurd ya Sûrîyayê re civîya.
Şandeya encûmena niştîmanî ya kurd ya Sûrîyayê ji Mihemed Îsmaîl, Silêman Oso,Feysel Yûsif, Fesla Yûsif û Nîmet Dawûd pêk hatibû.
Di civînê de pêşhatên dawî yên li Sûrîyayê û Rojavayê Kurdistanê û helwesta kurdan hatin gotûbêjkirin.
Berdevkê encûmena niştîmanî ya kurd ya Sûrîyayê Feysel Yûsif bû mêvanê bultena Rojavayê Kurdistanê ya Rûdawê û behsa naveroka civînê kiîye.
Feysel Yûsif dîyar kir ku civîn li ser daxwaza serok Barzanî pêk hatîye û gotîye:
“Serok Barzanî ji me xwest ku pêşhat û guherînên dawî yên li Sûrîyayê bibihîze.
Serok Barzanî berdewam li gel alîyên kurdan yên Rojavayê Kurdistanê civîyaye û her hewl daye kurd nêzîkî hev bin”.
Feysel Yûsif da zanîn ku serok Barzanî berdewam tekezîyê li ser yekrêzîya kurdan dike.
“Serok Barzanî yekrêzîya kurdan xwest”
Berdevkê encûmena niştîmanî ya kurd ya Sûrîyayê eşkere kirîye ku serok Barzanî ji wan re gotîye di vê demê de pêwîst e û girîng e ku alîyên kurdan yên Rojavayê Kurdistanê yekrêz bin û gotîye:
“Serok Barzanî tekezî li ser yekrêzîya kurdan dike, gelekî behsa girîngîya yekrêziya kurdan kirîye.
Serok Barzanî tekez kir ku ew wê piştevanîya her hewleke ji bo yekrêzîyê bike.
Serok Barzanî ne tenê piştevanîya encûmena niştîmanî ya kurd ya Sûriyeyê dike, ew piştevaniya hemû gelê kurd dike.
Wî 3 caran hewl da yekrêzîyeke kurdan di navbera alîyên Rojavayê Kurdistanê de çêbibe”.
“Nerîna me ya hevbeş heye”
Di berdewamîya axaftina xwe de Feysel Yûsif gotîye:
“Em li gel fermandarê HSD Mezlûm Ebdî civîyan û em li bende ne ku atmosfereke guncaw bê çêkirin da ku em careke din bicivin.
Em dibînin ku nerîneke me ya PYNK û ENKS hevbeş heye û me berê rêkeftin li ser kirîye û pêwîst nake em careke din li wan xalan vegerin.
Me li ser lêvegera kurdan jî li hev kirîye ku 40 selef endamên wê ji encûmena niştimanî ya kurd ya Sûrîyayê bin 40 selef ji PYNK bin û 20 selef kesên serbixwe bin”.
“Em Sûryayeke dêmokrat û fêdêral dixwazin”
Feysel Yûsif her wiha eşkere kir ku wan û PYNK berîya niha li ser daxwazên sereke li hev kirîye û gotîye:
“Em Sûryayeke dêmokrat û fêdêral dixwazin ku hemû pêkhate cîhê xwe tê de bibînin.
Herî dawî Feysel Yûsif dîyar kir ku ew wek ENSK û partîyên wê karên xwe asayî derbas dikin û ti astengî ji wan re nayên çêkirin.
Her wiha gotîye, ew dê li seranserî Sûrîyayê kar bikin û ofîsên xwe vebikin.







