Di navbera Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda dokûmênta derheqa hevkarîya stratêjîda hate îmzekirinê

Li Waşîngtonê îmzekirina dokûmênta derheqa hevkarîya stratêjîda, ya di navbera Komara Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda pêk hatîye.Ew dokûmênt ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkênda hate îmzekirinê.
Heythola îmzekirina dokûmêntê li Waşîngtonê pêk hatîye.
Sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên daye dîyarkirinê, wekî îmzekirina dokûmêntê nava pêwandîyên Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîda gaveke girînge.
“Em komîsîya hevkarîya stratêcî, ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û Ermenîstanê saz dikin.Ew mecalê dide me ku em hevkarîyê nava govekên cudada, nava pirsên êkonomîkî, ewlehîyê û parastinêda, dêmokrasîyê û pirsên edaletêda bidine berfirehkirinê…”,-Blîkên gotîye.
Bi fikira sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ev qanûndarî wê alî Kafkasîya Başûre edil û çareserkirî bike.
“Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan jî sirîya xweda derheqa wê yekêda xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî nava gelek govekada hevkarîya wê bê berfirehkirinê.
Mîrzoyan derheqa pêwandîyên pêşkeftîda nava salên dawîda xeberdaye û gotîye: “Ew gihîştine dereceke usa, nava kîjanada îzbatkirina hevkarîya stratêcî ne tenê gorî bûyarên nihaye, lê ew usa jî nava hemtêksta qewilên gêopolîtîkîye girandane”,- ewî gotîye. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der bona hevkarîya herdu welata û bona hewildanên nû, razalixî elamî Êntonî Blîkên kirîye.







