Serokên têknolojiyê û karbidestên payebilind beşdarî civîna îstîxbarata sûnî ya li Parîzê dibin

Pargîdanîyên mezin yên têknolojiyê û karbidestên payebilind îro li palata mezin ya li Parîzê kom bûne ji bo civîna li ser îstîxbarata sûnî bi serokatîya serokê Fransîyayê Êmanêl Makron û serokwezîrê Hindistanê Narêndra Modî. Li gorî “Armenpress”ê, ev yek ji hêla rojnameya France 24 ve hatîye ragîhandin.
Li gorî belavokê, armancên çalakîya du rojan di nav xwe de “nexşekirina” rêveberîya li seranserê cîhanê, pêşvebirina ramanek ehlaqî, gihîştî û aborîtîr, û pêşdabirina serwêrîya avropî li ser teknolojîya navborî ye.
Di çalakiyê de dê bi qasî 1 500 mêvan beşdar bibin, û wê li ser perspektîvên ku ji hêla têknolojiyê û karbidestên ve têne raber kirin û tehdîdên ku ew çêdike, ders û panêl bên raber kirin.
Civînê de, cîgirê serokê Dewletên Yekbûy Cêy Dî Vêns,cîgirê serokwezîrê Çînistanê Çan Gosîn, seroke OpenAI ê Sêm Altman û serokê Google Sûndar Pîçay wê beşdar bibin.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan jî ji bo beşdarî civînê bibe di serdana xebatê li Parîzê ye.







