H’emû nûçeSereke

Ji 1 ê adarêda li hemû dergehên sînor wê leşkerên Ermenîstanêye sînorxweykir qulixê mîyaserkin: Paşînyan

Li dergehê sînorê Ermenîstanê û Tirkîyayêye  “Margara” ê, qulixa li ser sînor hêzên Ermenîstanêye sînorxweykir mîyaser dikin. Hatîye dîyarkirinê,wekî ji 1 ê adarêda ew borcdarî ketîye ser hêzên Ermenîstanêye sînorxweykir. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr rûpelê xweyî  faceboo ê da nivîsîye.

Ewî nivîsîye: “Ji roja îroyînda li ser dergehê sînore “Margara” ê hêzên Ermenîstanêye sînorxweykir qulixê mîyaser dikin.

Rûyê dergehê girtîda, yê ku di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêdane, dergehê “Margara” ê naxebite. Sala 2022 a ew cîh bi biryara hukumata Ermenîstanê ji nûva hate çêkirinê û li wir  hêzên Rûsîyayêye sînorxweykir qulix dikirin.

Ez razîbûnê didime hêzên Rûsîyayêye sînorxweykir, wekî wana  qulixkirina sînor mîyaser kirîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button