Parlamentoya Avropayê pêşnûmeya ji Bakûyê xwest ku demildest girtiyên ermenî bên berdan

Parlamentoya Avropayê biryarek pejirand û ji Bekûyê xwest ku demildest girtiyên ermenî bên berdan.
Li gorî rapora “Armenpress”ê, pêşnûmeya bi sernavê “Girtina neqanûnî ya rehîneyên ermenî yên ku nûnerên payebilind ên siyasî yên Qerebaxê jî di nav de ji aliyê Adirbêcanê ve û darizandinên sexte yên li dijî wan” bi 523 dengên erê, 3 dengên dijî û 84 dengên bêalî hat qebûlkirin.
Biryarnameya bi sernavê “Girtina neqanûnî û darizandina rehîneyên ermenî yên ji aliyê Adirbêcanê ve, nûnerên payebilind yên sîyasî yên Qerebaxê jî di nav de” hat girtin.
. tevgera nemirovane ya Adirbêcanê li hember rehîneyên ermenî şermezar dike û daxwaza serbestberdana demildest û bê şert û merc dike,
.xemgîniya xwe ya kûr der barê dozên îşkence û muameleya xerab de nîşan dide û banga lêpirsîneke serbixwe li ser van binpêkirinan dike,
. bang li rayedarên Adirbêcanê dike ku bi erkên xwe yên navneteweyî, di nav de peymana Cênêvayê û peymana avropî ya mafên mirovan tevbigerin.
.Bang li Yekîtîya Avropayê û rêxistinên navneteweyî dike ku ji bo nirxandina şert û mercên rehîneyan, şandina mîsyonên mirovahî û bijîşkî hêsan bikin,
. tekezî li ser pêwîstiya lezgîn bi hewldanên dîplomatîk yên ji bo serbestberdana girtiyên siyasî yên ermenî, misogerkirina parastina wan û berpirsiyarkirina berpirsên mûameleya xirab li wan dike,
. bang li encûmenê dike ku cezayên armanckirî li ser karbidestên Adirbêcanê yên ku ji raporên binpêkirina mafên mirovan, di nav de dadwer Zêynal Agayêv, Cemal Ramazanov û Anar Rzayêv, bisepîne;
. bi tundî biryara hukumeta Adirbêcanê ya girtina ofîsên saziyên Neteweyên Yekbûyî û komîtêya xaçê Sor a navdewletî, ku bi giranî rê li ber hewldanên mirovî yên navneteweyî û mêxnîzmayên çavdêriyê digire, şermezar dike.
. pêşwaziyê li daxuyaniya komîseriya bilind ya mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî dike, ku daxwaz dike ku bê şert û merc serbest bên berdan û hemû girtiyên şer, rehîn û girtiyên din yên bi awayekî neqanûnî li Adirbêcanê girtî ne, di nav de rayedarên payebilind yên Qerebaxa Çiya jî hene.
Li parlamentoya Avropayê bi mijara “Girtina neqanûnî û mehkemekirinên sexte yên rehînên ermenî, di nav de nûnerên payebilind yên siyasî yên Qerebaxa Çiya, ji aliyê Adirbêcanê ve” hat lidarxistin, parlamenterên avropî dilgiraniya xwe li ser rewşa girtiyên ermen yên li Bekûyê anîn ziman û daxwaza serbestberdana demildest girtiyên ermen yên şer kirin.







