
Serok Mesûd Barzanî di salvegera 37 emîn ya kîmyabarana Helebceyê peyamek belav kirîye û tê de gotîye: “Birîn û êşa kîmyabarana Helebçeyê wê her dem û her di dilê hemû kurdan de bimîne û neyê jibîrkirin”.
Serok Barzanî 16 ê adarê di salvegera 37 emîn ya kîmyabarana Helebceyê peyamek li hejmara xwe ya tora civakî “X” e belav kirîye û tê de gotîye:“Birîn û êşa kîmyabarana Helebçeyê wê her dem û her di dilê hemû kurdan de bimîne û neyê jibîrkirin”.
Serok Barzanî tekez kirîye: “Berpirsiyariya vê tawana li dijî mirovatiyê û encamên wê, heta qerebûkirina malbatên qurbaniyan, li ser milê dewleta Iraqê ye”.
Serok Barznî gotîye: “Di sî û heftemîn salvegera kîmyabarana Helebce de, em silav li giyanê şehîdên Helebce û malbatên şehîd û birîndarên vê tawanê dikin”.







