SerekeSîyasî

DEM Partî binçavkirina Îmamoglû û kesên din şermezar dike

Hevserokên giştî yên DEM Partîyê Tûlay Hatîmogûlarî û Tûncêr Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Êkrêm Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan dan.

Şaredarê bajarê mezin yê Stembolê Êkrêm Îmamoglû û 104 kesên din 19 ê adarê danê sibehê hatin binçavkirin.

Serdozgerîya komarê ya Stembolê ragîhand, Îmamoglû ji ber îdîayên “Rêveberîya rêxistina sûc”, “endamtîya rêxistina sûc”, “bertîl” û “di îhaleyê de hîle kirîye” hatîye binçavkirin.

Hevseroka giştî ya DEM Partîyê Tûlay Hatîmogûlarî li hejmara xwe ya tora civakî “X” ê ragihandîye: “Binçavkirina şaredarê bajarê herî mezin yê welat, şermeke mezin e ku wê neyê jibîrkirin. Bi vê opêrasyonê re sîyaset bi destê darazê hatîye dîzaynkirin”.

Tûlay Hatîmogûlarî xwest Îmamoglû û hemû binçavkirîyên din tavîlê bên berdan.

Ji alîyê xwe ve, hevserokê giştî yê DEM Partîyê Tûncêr Bakirhan jî gotîye: “Em vê bêhiqûqîya li dijî îradeya gel red dikin û bi tundî şermezar dikin”.

Herwiha gotîye: “Tavîlê ji vê rêya xwe ya xelet vegerin û rêzê ji bo îradeya gel bigirin” .

Bakirhan, anî ziman ku wek DEM Partîyê ew bi îradeya gelê Stembolê re ne û divê rêz li îradeyê were girtin. Herwiha xwast ew Îmamoglû û binçavkirîyên tavîlê bên berdan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button