SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî: hêvîdar im di nêz de em bikarin hukumeteke bihêz ava bikin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî Newroz pîroz kirîye û gotîye: “Ez hêvî dikim di pêşrojeke nêz de em bikarin hukumeteke nû ya bihêz û yekgirtî ava bikin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta Cejina Newrozê û sersala nû ya kurdî peyameke pîrozbahiyê belav kirîye.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de wiha gotîye:

“Bi minasebeta cejina Newrozê û sersala nû ya kurdî 2725 a, gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe û kesûkar û malbetên serfiraz yên şehîd û enfalkiriyan dikim.

Hêvî dikim di nava xweşî, aramî û xweşgezeraniyê de bin, spasiya xelkê berxwedêr û nîştimanperwerê Kurdistanê dikim ku îradeya bihêz ya gelê Kurdistanê wisa li me dike bi awayekî geşbîn li pêşerojeke baştir binêrin

Ez hêvî dikim di pêşrojeke nêz de bikarin hikûmeteke nû ya bihêz û yekgirtî ava bikin û bi awayekî baştir bikarin karnameya reforman bidomînin û zêdetir xizmeta tevahiya welatiyên herêma Kurdistanê bikin û welat ber bi qonaxeke pêşkeftîtir û geşekirî ve bibin.

Newroza we pîroz be. Xwedê mezin Kurdistan û kurdistaniyan biparêze”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button