
Îran û Ermenîstanê piştî pêla sêemîn, ya pevçûyînên Ermenîstanê û Adirbêcanêda, yên dora Qerebaxê pêwandîyên xwe dane kûrkirinê, lê van axirîya jî telîmên leşkerî li ser sînor teşkîl kirine.
Çawa ku Long War Journal ê nivîsîye, ew yek hema wê rojê qewimîye, dema ku dêlêgasîyayên Îsrayêlê û Tirkîyayê li Adirbêcanê rastî hevdu hatine ku pirsên leşkerîye li Sûrîyayê helkin, li kîderê Îsrayêlê sê baregehên tirkaye hewê xistine.
“Kanîyên tirkî elam kirine, wekî cedandin tên xebitandinê ku pêşerojêda ji pevçûyînên tevî Îsrayêlê dûr bimînin. Tirkîya valaya ji alîyê Îranêda li Kafkasîyayê û Sûrîyayê hiştî, tijî dike.
Serokê Sûryayêyî nû Enqerêva girêdayîye û ewî tehsîra îranî li welêt daye kêmkirinê.Diqewime Ermenîstan bûye mecala Îranêye dawî, ya dijî Tirkîyayê û Adirbêcanê”,- nava miqalêda hatîye gotinê. Nordûz di navbera Nexçêvanê, Ermenîstanê û Îranêdane.Sala 2022 a Îranê li wir telîmên berfireh derbaz kirine.
Miqalêda usa jî hatîye dîyarkirinê,wekî Îran nava pirsa berxudana li ber Adirbêcanê piştgirîyê dide Ermenîstanê.







