SerekeSîyasî

Îran sîgnalan dişîne Adirbêcanê ku haj ji helwestên dijî Îranê hebe: analîza  azêrîzanê

Azêrîzan Tatêv Hayrapêtyan di wê bawerîyê de ye ku Adirbêcan bi hevkarîya ji nêz ve bi Îsrayêlê re hewl dide li himber Ermenîstanê helwesteke muhtemel ya dijberî Îranê bikar bîne di warê kiryarên xwe yên pêşerojê de.

Tatêv Heyrapêtyanê di hevpeyvînekê de li gel “Armenpress”ê, behsa peywendîyên di navbera Adirbêcanê û Îsrayêlê kirîye û di wê çarçoveyê de, bi helkefta cejina Newrozê, peyama pîrozbayî ya serokê Amêrîkayê Donald Tramp ji serokkomarê Adirbêcanê re raberî Îlham Elîyêv kirîye, ku tê de Tramp spasîya xwe ji bo dostanîya Adirbêcanê bi Îsrayêlê re û piştevanîya ku ji wî welatî re kirîye, nîşan daye.

“Peyama pîrozkirina Donald Tramp pir balkêş bû. Her çend salên berê jî peyamên bi vî rengî hatibûn dayîn, lê vê carê hevoka herî balkêş behsa hevkarîya Adirbêcanê û Îsrayêlê dike. Berî vê yekê Tramp bi serokwezîrê Îsrayêlê Bênyamîn Natanyahû re hevdîtin kiribû. Di van demên dawî de, bi taybetî di mehên kanûn-sibatê de, alîyê Adirbêcanê gelekî çalak bûye. Wek mînak alîkarê Îlham Elîyêv Hîkmêt Hecîyêv du caran serdana Îsrayêlê kirîye û di meha sibatê de jî bi Natanyahû re hevdîtin pêk anîbû û li ser mijara avakirina platformeke sêalî ya di navbera Adirbêcan, Îsrayêl û Amêrîkayê de axivîbû”.

Ewî gotîye, alîyê Adirbêcanê bi awayekî aktîv û bi tundî lobî di wî warî de dike, lewra çavdêrîya Tramp encama wan serdan û hewlan e. Li gorî Hayrapêtyanê, di dawîya nîsanê û destpêka gulanê de wê herî dawî dîyar bibe ku rêveberîya Tramp wê derbarê biryara 907 de çi biryarê bide.

“Bi rastî wê eşkere bibe ka wê di pêşerojê de çek ji Adirbêcanê re bên firotin yan wê rêziknameyên berê derbaz bibin”. Pisporê Adirbêcanê dîyar kirîye: “Li wir helwesta Waşîngtonê ya li himber derfetên pêşerojê yên têkildarî têkilîyên bi Adirbêcanê re tê xuyang kirin”.

Li gorî Hayrapêtyanê her hevkarî bi serê xwe ne armanc e. Îsrayêl ku bi awayekî aktîv tevlî şerê 44 rojan yê leşkerî û sîyasî bûye, li gorî berjewendîyên xwe û bi paşerojê ve girêdayî bû.

Di çapemenîyê de malzemeyên ku Îsrayêl li herêmên ku niha di bin kontrola Adirbêcanê de ne û li ser sînorê Îranê ne, li dijî Îranê hin opêrasîyonên îstîxbaratî dimeşîne hene.” Bi vê yekê Îsrayêl gelekî nêzîkî sînorên Îranê bûye. Di heman demê de, agahdarîya gelemperî li ser hevkarîya nêzîk ya ênêrjîyê di navbera Adirbêcanê û Îsrayêlê de heye, ku alîkarîya vê dawîyê dike, nemaze di dema opêrasyonên li dijî HAMAS û Hêzbolahêde. Adirbêcan rêzêrvên girîng yên gaz û neftê dide Îsrayêlê, ku ev yek belgeya hevkarîya çalek ya ênêrjîyê ye, ji ber vê yekê Îsrayêl Adirbêcanê wek kelaheke girîng ya dijî Îranê li Kafkasya Başûr dibîne. Gotûbêja me gotîye:”Adirbêcan jî ne li dijî wê yekê ye ku xizmetên xwe bixe xizmeta berjewendîyên Îsrayêlê yên ku li dijî Îranê tên kirin”.

Li gorî azêrîzanê, Bakû bi vê qertê ji bo ku bi rêveberîya Tramp re peywendîyên nêzîk çêbike. Îsrayêl jî vê kartê bikar tîne da ku koşika Sipî girîngîyê bide Elîyêv, ji ber wê jî di wê çarçoveyê de xebateke pir aktîv tê kirin.

“Mijarên bi me re li vir ne kêmtir girîng in, yanî di vî warî de ye ku Adirbêcan jî hewl dide pirsgirêkên bi me re çareser bike, bi taybetî ji bo ku rêveberîya nû ya Dewletên Yekbûyî çavê xwe bigire yan jî guh nede wê yekê ku Adirbêcan li dijî Ermenîstanê tevdigere”. Herî dawî nûnerê rêveberîya Tramp Wols bi têlefonê li Bekûyê kiribû û mijara girtîyên ermenî ku li Bekûyê bi tundî dihat dîtin, anî ziman û piştre Adirbêcan bi awayekî aktîv dêzînformasyonê belav kir. Hayrapêtyanê gotîye: “Ev mijar bi hev ve girêdayî ne û nîşan didin ku çawa Adirbêcan hewl dide helwestek muhtemel ya dijî Îranê li dijî Ermenîstanê di warê kiryarên xwe yên pêşerojê de bikar bîne”.

Ewê her wiha gotîye: li Bekûyê, bixwazin yan nexwazin, divê helwesta Îranê jî li ber çavan bigirin, bi taybetî ku di van demên dawî de berpirsên cuda yên pilebilind yên Îranê serdana Bekûyê dikin û li ser mijarên girîng yên ewlehîyê gotûbêj dikin. Biryar e di demeke nêzîk de serokkomarê Îranê jî serdana Bekûyê bike.

Alîyê Îranê dîplomasî û sîyaseta xwe ya naskirî nîşan dide û hewl dide ku ne tenê raste-rast bêje, belkî bi rêyên din yên dîplomatîk jî Bekûyê bide fêmkirin ku rêftarên Îranê ji bo Tehranê nayên qebûlkirin”.Azêrîzanê di dawîya axaftina xwe de wiha gotîye: “Ez difikirim ku tetbîqata leşkerî ya hevpar ya bi Ermenîstanê re jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin, ango Îran bi vî rengî sîgnalan dide Adirbêcanê ku hay ji helwestên dijî Îranê hebe”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button