H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan rastî bi Antonîû Koşta û Ursula Fon dêr Lêyênê hatîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di çarçoveya civîna bilind ya civaka sîyasî ya Avropayêye 6 emîn  ya ku li Tîranayê tê lidarxistin  rastî serokê konsêya Avropayê Antonîû Koşta û seroka komîsyona Avropayê Ursula Fon dêr Lêyênê hatîye.

Di hevdîtinê de mijarên rojevê yên bi mebesta kûrkirina peywendîyên Ermenistanê û Yekîtîya  Avropayê hatine gotûbêjkirin û bal hatîye kişandin ser girîngiya berdewamîya geşepêdana hevkariyên dualî bi taybetî di warên bihêzkirina dêmokrasiyê, pêkvejiyana aborî, nûjenkirina jêrxaneyan û rêforman de.

Nîkol Paşînyan piştgirîya berdewam ya Yekîtîya Avrapayê ji bo rêformên ku li Ermenîstanê têne kirin bilind nirxand û tekezî li ser amadebûna hukumeta Ermenîstanê ji bo berdewamkirina kûrkirina hevkarîya digel Yekîtîya Avropayê û dabînkirina qonaxeke nû û bibandor ya hevkarîyê kirîye.

Serokên konsêya Avrapayê û komîsyona Avropayê jî di serî de piştgirîya xwe ya ji bo pêşketina dêmokratîk ya Ermenîstanê dupat kirin û gavên erênî yên Ermenîstanê ji bo dabînkirina aşîtî û îstiqrara herêmê avêtine, pêşwazî kirin.

Antonîû Koşta û Ursula Fon dêr Lêyênê pêşwazî kirin û pejirandina yasaya destpêkirina proseya endamtîya Ermenistanê bo Yekîtiya Avropayê gaveke girîng nirxandin. Herwiha tekezî li ser giringiya bilezkirina dualî ya proseya serbestkirina vîzayê kirin.

Nûnerên Yekîtîya Avropayê lihevkirina li ser metina peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de pêşwazî kirin û bal kişandin ser girîngiya wê ji bo dabînkirina ewlehî û aramiya herêmê. Wana tekezî li ser amadebûna Yekîtîya Avropayê ji bo berdewamîya piştevaniya proseya aşîtîyê û pêşxistina aramîya demdirêj li navçeyê kirin.

Li ser projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya hukumeta Ermenîstanê jî hat destnîşankirin. Antonîû Koşta û Ursula Fon dêr Lêyênê pêşwaziya projeyê kirin û tekezî li ser girîngiya vekirina rêyên ragihandinê yên herêmî kirin.

Alîyan tekezî li ser berdewamîya dîyalogê kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku bi awayekî aktîv li ser gavên zêdetir bi berçavgirtina hemû mijarên ku berjewendîya hevdu ne, hevkarîyê bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button