Têkilîyên Ermenîstanê û Îranê bûne xwedîyê cewhereke stratêjîk: Sobhanî

Serdana wezîrê Komara Îranêye Îslamîye parastinê, gênêralê brîgadê Ezîz Nasîrzadê bo Ermenîstanê, nîşan dide ku peywendîyên her du welatan bûne xwedîyê cewhereke stratêjîk.
Li gorî rapora “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda balyozê Komara Îranyê Îslamîye li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî,bi gotûbêja bi rojnamevanan re hatîye ragîhandin.
Balyoz serdana wezîrê Îranêyî parastinê bo Ermenîstanê gelek erênî û berhemdar nirxandîye.
“Bi hevtayê xwe serokwezîr, sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê û wezîrê karên der re gotûbêjên gelek berhemdar kirin. Û ew serdan nîşan dide ku têkilîyên me bûne xwedîyê cewhereke stratêjîk û di hemû waran de pêşde diçin”,- balyoz gotîye.
Sobhanî dîyar kirîye ku bawer in têkilîyên di navbera her du welatan de wê di paşerojê de pêşde herin.
Şanda bi serokatîya wezîrê komara Îranêye Îslamî, gênêralê brîgadê Ezîz Nasîrzadê, bi vexwendina wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan, roja 20 ê gulanê bi serdana 2 rojî çûbû Ermenîstanê. Nasîrzadê, amaje bi hevdîtinên di gel serokwezîrê Komara Ermenîstanê, wezîrê parastinê û sêkrêtarê konsêya ewlehîyê kirîye û dîyar kirîye ku di hevdîtinên wan de li ser mijarên cûre-cûre yên hevkarîyê ji wan warên berevanî û aborî hatine gotûbêjkirin û bi her wiha bi wezîrê parastinê yê komara Ermenîstanê re peymanek lihevkirinê hatîye îmzekirin.







