Fêstîvala navneteweyî ya fîlmên kurt ya 8 emîn wê li Yerevanê û Sîsyanê bê lidarxistin

Fêstîvala navneteweyî ya fîlmên kurt ya Yêrêvanê îsal di navbera 26-30 ê hezîranê li Yêrêvanê û Sîsîyanê bê lidarxistin.
Festîval bi piştgiriya wezîreta perwerde, zanistê, çandê û sportê ya Komara Ermenîstanê tê lidarxistin, sponsorê sereke şaredariya Yêrêvanê ye.
Merasîma bidawîbûna bernameya perwerdehiyê ya “Dibistana fîlman ya bê Sînor: Syûnîk” wê di dema fêstîvala fîlman de pêk bê. Di çarçoveya bernameyê de, ciwanên Sîsîanê zanîna pêwîst ya têkildarî warê hilberîna fîlman bi dest xistin û fîlma xwe ya mezûniyetê bi karanîna aqilê sûnî wek nîşaneyek ji encamên bidestxistina jêhatîyên pîşeyî efirandin. Çalakiyên fêstîvalê li Sîsîanê wê heta 28 ê hezîranê berdewam bikin.
29 ê hezîranê, seheta 15:00 a piştî nîvro, bernameya fêstîvalê wê li yekîtiya sînêmatografên Ermenîstanê berdewam bike, û seheta 20:30 dêqe êvarê, pêşandana fîlmên pêşbirkê wê li beşa amfîtiyatroyê ya parka zarokan ya Yêrêvanê pêk bê.30 ê hezîranê , merasîma bidawîkirina fêstîvalê û merasîma xelatdayînê wê li beşa amfîtîyatroyê ya parkê pêk bê. Ketina hemû çalakiyên fêstîvalê belaş e. Temaşevan wê derfet bibînin ku fîlmên kurt yên xelatgirtî ji fêstîvalên fîlman yên navneteweyî yên bi prestîj temaşe bikin.







