Ararat Mîrzoyan: Lavrov divê destwerdanê di karûbarên navxweyî yên Ermenîstanê de neke

Nirxandinên wezîrê Rûsyayêyî karên der Sergêy Lavrov yên derbarê bûyerên li Ermenîstanê li gorî rastîyê nînin.
Di bersiva pirsek ji “Armenpress” de, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mirzoyan ev yek di civîneke çapemeniyê de, bi îşaret bi daxuyaniya Lavrov, diyar kirîye.
Ararat Mîrzoyan tekez kirîye ku formulasyonên ku Lavrov bi kar tîne, qaşo “têkoşîna desthilatdaran li dijî dêrê ye”, li gorî rastiyê nînin.
“Ez dixwazim bêjim ku agahiyên birêz Lavrov xelet û ne temam in. Heger ez ne xelet bim, birêz Lavrov hevoka “têkoşîna desthilatdaran li dijî dêrê” bi kar aniye.” Divê ez dîsa tekez bikim ku agahiyên wî li gorî rastiyê nînin. Li Ermenîstanê tu têkoşîna desthilatdaran li dijî dêrê tune ye.
“Tiştê ku birêz Lavrov muhtemelên mebesta wî ew e ku hin keşîşên dêrê destwerdanê di siyaseta Komara Ermenistanê de bikin, beşdarî pêvajoyên siyasî bibin, û li gorî dezgehên me yên sepandina qanûnê, vê beşdarbûnê li derveyî çarçoveya qanûnî bikin, bi taybetî, beşdarî hewldanên darbeya neqanûnî bibin yan jî dest pê bikin. Birêz Lavrov, çêtir e ku destwerdanê di karûbarên navxweyî û siyaseta navxweyî ya Komara Ermenistanê de nekin,” ewî tekez kirîye.
Wezîrê Ermenîstanêyî karên der jî heman şîret ji parlamentarên rûs û mêdyayê re kirîye.
Ewî wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ez difikirim ku divê ew rêzê li serwêrîya Ermenîstanê bigirin û îdî destwerdanê di karûbarên me yên navxweyî de nekin”.







