SerekeSîyasî

Serokatîya Herêma Kurdistanê li ser êrîşên bi dronan daxuyanî daye

Serokatîya Herêma Kurdistanê bertekeke tund nîşanî êrîşên bi dronan daye ku ev du roj in li Herêma Kurdistanê qadên pêtrolê kirine armanc.

Serokatîyê di daxuyanîya xwe de tekezî li ser wê yekê kirîye ku êrîşên hatine kirin gefê li serwêrî û ewlehîya navxwe ya welat dixwin.

Di daxuyanîya serokatîya Herêma Kurdistanê de hatîye gotin: “Em bi tundî wan êrîşên bi dronan yên li ser deverên cuda yên Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Di vê çarçoveyê de  qadên pêtrolê yên li deverên Xurmelê û Sersingê hatine armanckirin”.

Serokatîya Herêma Kurdistanê bangî hukumeta fêdêral ya Îraqê kirîye ku ji bo rêgirtina li êrîşan, dîtina êrîşkaran û cezakirinan, bi lezgînî gavên bibandor biavêje.

Di berdewamîya daxuyanîyê de hatîye gotin: “Ev êrîş serwêrî û aramîya welat, û herwiha hilberînên navxwe û bîyanî dixin metirsîyê”.

Li parêzgehên Dihokê û Hewlêrê yên Herêma Kurdistanê, bi dronan êrîşî qadên pêtrolê yên Sersingê û Xurmelê hatibûn kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button