
Sêkrêtarê Partîya Demokrat ya Kurdistan-Sûrîyayê ciwan Ebdulkerîm Sîko ragihandîye daxuyanîya ku bi navê 133 êl û eşîrên ereb yên Sûryayê hatîye belavkirin û tê de gef li HSD ê hatibû xwarin sexte ye.
Di wê daxuyanîyê de gef li HSD ê hatibû xwarin ku di demeke nêzîk de çekên xwe radestî hukumeta Sûryayê bike û ji Dêrezorê, Reqayê û Hesekê derkeve.
Sêkrêtarê Partîya Demokrat ya Kurdistan-Sûryayê (PDK-S) ciwan Ebdulkerîm Sîko ji Rûdaw ê re ragîhandîye ku çavkanîyeke pêbawer ji wî re piştrast kirîye ku ew daxuyanî sexte ye û ji rastîyê dûr e.
Li gorî heman çavkanîyê, çend xalên ku sextebûna daxuyanîyê îzbat dikin hene:
Di daxuyanîyê de cudahî nexistine navbera êl û eşîran û hemû wekî êl hatine binavkirin, tevî ku her êlek gelek eşîran li xwe digire.
Li kêleka pencemoran navê tu serokê êl yan eşîrê nehatîye nivîsandin.
Mohra fermî ya tu êl û eşîran li ser daxuyanîyê nîne.
Hejmara pencemoran ji hejmara navan kêmtir e û hemû jî wekî hev in.
Li Bakûr û Rojhilatê Sûryayê ew qasî êl û eşîr nînin.
Çavkanîyê pêwendî bi hinek serokên eşîran ku navê wan di daxuyanîyê de heye re danîya û wan serokan beşdarbûna xwe red kirine.
Heman çavkanîyê ji ciwan Sîko re daye zanîn ku armanca belavkirina vê daxuyanîya sexte provokasyon û çêkirina aloziîyê ye.







