H’emû nûçeSereke

Xaçê  Sor xizmên ermenîyên ku li Bekûyê hatine girtin ji bo dawîhatina serdanan agahdar dike

Şandeya Yêrêvanê ya komîtêya navneteweyî ya Xaçê Sor xizmên girtîyên şer yên ermenî yên ku li girtîgeha Bekûyê girtî ne agahdar kirîye ku ew îdî nikaribin serdana wan bikin.

Xizmekî yek ji girtîyan gotîye: “Ji me, xizmên hemû girtîyan, re hatîye gotin ku Xaçê Sor wê qet serdana wan neke û ew îdî tu têkilîyê bi wan re naynin”.

Ev nûçe di nav xizmên girtîyan de bû sedema fikarên cidî, ji ber ku Xaçê Sor tekane rêxistina ku dikaribû serdana ermenîyên ku li girtîgehên Bekûyê girtî ne bike, rewşa wan ya rastîn bibîne, bi pirsgirêkên tenduristîyê re mijûl bibe, cil û berg û kelûpelên paqijîyê yên pêwîst peyda bike, û her weha bi vîdyo bi xizmên wan re têkilîyek damezrîne.

Nûnera şandeya Xaçê Sor Zara Amatûnîyê gotîye ku cara dawî di meha hezîranê de girtîyên ermenî yên ku li girtîgehên Bekûyê girtî ne hatine zîyaretkirin û di vê mehê de tu serdan çênebûne. Li gorî Amatûnîyê, şandeya Xaçê Sor ya Bekûyê wê di demek nêzîk de li ser daxwaza rayedarên Adirbêcanê çalakîyên xwe rawestîne.

Bi gotineke din, ne mimkûn e ku şande berî girtina dawî bikaribe serdana girtîyên ermenî bike. Her çi dibe bila bibe, li gorî Amatûnîyê, ji rayedarên Adirbêcanê derbarê hevdîtineke muhtemel de tu piştrastkirinek tune.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button