
Şêx Mûrşid Xeznewî bi fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) gênêral Mezlûm Ebdî re civîyaye.
Di civînê de Xeznewî piştgirîya xwe ya ji bo HSD ê dubare kirîye û her du alîyan bo paşeroja Sûryayê tekezî li ser girîngîya dîyalogê kirine.
Şêx Mûrşid Xeznewî derbarê hevdîtinê li ser hesabê xwe yê X ê de postek belav kirîye û ragîhandîye ku ewî piştgirîya xwe ya tevahî ji bo HSD ê careke din dubare kirîye.
Alimê kurd daye zanîn ku di hevdîtinê de her du alîyan tekezî li ser wê yekê kirîye ku “dîyaloga xelkê Sûryayê” rêya tekane ya ji bo gihîştina aramîyê ye.
Her wiha, di civînê de li ser girîngîya aktîvkirina “Komîtêya dîyaloga kurdî” jî nîqaş hatîye kirin.







