SerekeSîyasî

Li Waşîngtonê Konstîtûsîya nehatîye gotûbêjkirin: di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda îdî aşîtîye: Ararat Mîrzoyan

Bi qayîlîyên li Waşîngtonê hatîye dîyarkirinê wekî di navbera  Ermenîstanê û Adirbêcanê îdî aşîtîye. Derheqa wê yekêda wextê hevpeyvîna tevî têlêvîzîyona Civakî, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Ewî gotîye, wekî têra tê dîtinê ku ew peyman pêşerojêda bê îzbatkirinê û qebûlkirinê.

“Ew axa ku ew sîstêm gerekê navra derbazbe, wê ya Ermenîstanêbe”,- Mîrzoyan gotîye.

Wezîrê karên der daye dîyarkirinê,wekî axa Ermenîstanêye serbixwe heye, perçên kîjanê niha bin kontrla azêrîyadanin û usa jî perçên axa Adirbêcanê hene, yên ku bin kontrola Ermenîstanêdanin.

“Mîrzoyan usa jî gotîye: “Konstîtûsîya li Waşîngtonê nehatîye gotûbêjkirinê û borcdarîya me tune ku em li ber alîkî sêemîn Konstîtûsîya xwe biguhêrin”.

“Em bîr bînin, wekî serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv gotîye,wekî qayîlnivîsara aşîtîyê bi fermî nehatîye îmzekirinê, çimkî nava Konstîtûsîya Ermenîstanêda xaleke usa heye, ya ku yekîtîya axa Ermenîstanê dike bin şikberîyê.Em zanin wekî ewê wê guhartinê mîyaserkin”.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button