Îstîsna û rêkûpêkî li civînên Şanhayê

Nîkol Paşînyan, ku di çarçoveya civîna salane ya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de ji bo serdana xebatê li Çînistanê ye, bi serokên Adirbêcanê, Tirkîyayê û Rûsyayê re hevdîtinên dualî kirîye û li ser mijarên dualî û herêmî axivîye. Paşînyan bi serokê Çînistanê re mêmorandûmek li ser hevkarîya stratêjîk îmze kirîye. Serokên Adirbêcan û Tirkîyayê, Rûsyayê û Tirkîyayê jî civîyan û di nav mijarên din de peymana aşîtîyê ya pêşin ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de nîqaş kirine. Her çend civîn tenê pêkhateyeke sîyasî û aborî hebe jî, derdorên pispor peyamên wê di çarçoveya cîhêrengîya welatan û nakokîyên Rojhilat-Rojavayê de jî analîz dikin.
Piştî hevdîtinên Wasîngtonê û îmzekirina peymana aşîtîyê, serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê cara yekem li Çînistanê di civîna salane ya Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de civîyan. Serokwezîr Nîkol Paşînyan vîdyoyeke kurt ji civînê li ser rûpela xwe ya Facebook ê weşandîye. Li gorî daxuyanîya ji alîyê ofîsa serokwezîr ve hatîye weşandin, serokan li ser rojeva aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê nîqaş kirine, tekezî li ser pêwîstîya dîyaloga avakar, bawerîya hevbeş û aramîya herêmî kirine. Her du serokan bal kişandine ser dînamîkên erênî yên ku di civîna dawî ya li Waşîngtonê de çêbûne, ku şahîdîya pêşveçûyîna pêvajoya aşîtîyê û piştgirîya civaka navneteweyî ji bo normalîzakirina têkilîyan dike. Serokwezîr berê bi serokên Rûsyayê û Tirkîyayê re hevdîtinên taybet kiribûn. Rojhilatnas Armên Pêtrosyan di hevpeyvîna bi “Radiolur” ê re destnîşan dike ku civînên bi vî rengî yên mezin formate girîng in, nemaze ji bo wan dewletên ku pirsgirêk yan têkilîyên wan qerimandî ne.
“Heger ez ne şaş im, têkilîyên Ermenîstanê-Adirbêcanê, piştî navbereke dirêj, piştî civîna serokên her du welatan li Kazanê par, dîsa çalak bûne. Ango, dîsa di çarçoveya heman Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de, di encama civîna Kazanê de. Demeke dirêj, di navbera alîyan de danûstandin tunebûn, hevdîtinên raste-rast tunebûn, û ji Kazanê, pêvajoya danûstandinan dîsa di çarçoveya heman Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de dest pê kirin. Niha, ev civîn derfeteke pir baş in ku têkilîyên weha, wekî ku tê gotin, qerimandî yan jî qet nebe di pêvajoyên çalak de, bêtir pêşve biçin, da ku pirsgirêkên di navbera alîyan de çareser bibin û bigihîjin rêkeftinên nû”.
Li gorî ofîsa serokwezîr, di civîna Paşînyan-Pûtîn de, alîyan dîyaloga berdewam û çalak ya di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de pir nirxandin, û tekezî li ser têkilîyên kesane yên asta bilind û hevkarîya sazîyî ya navbera dewletan kirine. Li gorî Krêmlê, Vladîmîr Pûtîn gotîye ku ew ji bo derfeta danûstandinê bi Nîkol Paşînyan re kêfxweş e, ji ber ku gelek pirsgirêk, hem dualî û hem jî herêmî, kom bûne ku divê werin nîqaş kirin. Serokê Rûsyayê her wiha bi serokkomarê Tirkîyayê Êrdogan re jî civîyaye. Piştî civînê daxuyanîyek daye û tekez kirîye ku “danûstandinên di navbera Adirbêcanê û Ermenîstanê de wê bibin sedema aşîtîyeke aram. Aramîya demdirêj li Kafkasîyayê ji berjewendîyên hevpar yên Tirkîyayê û Rûsyayê derdikeve. Girîng e ku cara dawî ku bala navneteweyî ya bi vî rengî li ser danûstandinên aşîtîyê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye kişandin li Dewletên Yekbûyî bû, dema ku rêberên Ermenîstanê û Adirbêcanê peymana aşîtîyê îmze kirine û ragîhandine ku Tramp tiştê ku tu rêberek ji 30 salan zêdetir nekaribû bike kirîye. Li gorî rojhilatnas Armên Pêtrosyan, rêçûneke wisa ya bûyeran di çarçoveya têkilîyên Rojhilat-Rojavayê de di nihêrîna pêşin de ecêb xuya dike, lê vê rewşê qaîdeyên lîstikê guhertîye.
“Tiştên ku îro li cîhanê diqewimin li herêmên cuda, di çarçoveya nirxandina polîtîkayên derve yên dewletên ferdî de, hemû di guhertinên jêopolîtîk yên heyî de cîh digirin. Ango, hemû dewlet, hemû herêm têkilîyên xwe cûre-cûre dikin, îmkanên girêdana hevdu berfireh dikin û hewil didin ku di mentîqa pergala cîhanê ya pêşerojê de cîh û rola xwe hebin”.
Her wiha di navbera hevkarîya stratêjîk ya ku çend demjimêr berê di navbera Ermenîstanê û Çînistanê de û hevkarîya bi heman rengî ya ku çend meh berê di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de hatîye damezrandin nakokî tune ye, rojhilatnas rave dike.
“Ji der, mirov dikare hin nakokîyan bibîne ku welatek di heman demê de têkilîyên stratêjîk datîne, bila em bêjin bi aktorên ku niha li qutbên cûda ne. Di vê rewşê de, bo nimûne, Ermenîstan hewil dide ku têkilîyên weha bi Dewletên Yekbûyî, çend welatên Yekîtîya Avropayê re datîne, têkilîyên weha bi Brîtanyaya Mezin re nîqaş dike û di heman demê de têkilîyên weha bi Îranê re nîqaş dike, û têkilîyên weha bi Çînistanê re datîne. Di nihêrîna pêşin de, ez dubare dikim, dibe ku bandoreke wusa bê afirandin, lê ev pêvajo bi tevahî di mentîqa pêvajoyên cûda yên ku li cîhanê diqewimin cîh digire” .
Di heman demê de, Armên Pêtrosyan tekez dike, Ermenîstan ne tenê li herêmê ye ku sîyaseteke wusa ya der dimeşîne. Adirbêcan û Gurcistan jî bi heman mentîqî dimeşin. Di heman demê de, ew destnîşan dike ku sîyaseta pirvêktorî jî xetereyan dihewîne.
“Her çiqas min behs kirîye ku derfet hene ku têkilîyên weha bên danîn jî, divê ew pir bi baldarî û pir baş bên hesabkirin. Ango, hevkarîya bi alîyekî yan rêxistinekê re divê bi tu awayî ji hêla naverokê ve bi hevkarîya bi alîyekî din re nekeve nakokîyê. Kûrkirina têkilîyên Ermenîstanê bi heman Rêxistina Hevkarîya Şanhayê yan jî bi Çînistanê re divê bi tu awayî bi hevkarîya stratêjîk ya bi Dewletên Yekbûyî re, sîyaseta ku bi Yekîtîya Avropayê re tê meşandin nebe nakokîyê”.
Di hevpeyvîna li gel “Radiolur” ê, zanyarê sîyasî Conî Mêlîkyan sê prînsîpên bingehîn yên Rêxistina Hevkariya Şanghayê rêz dike: yekparçeya axê, nehiştina bikaranîna hêzê û neşikandina sînoran, û destnîşan dike ku gelek welatên endam yên rêxistinê bi hev re pirsgirêkên wekhev hene.
“Ji ber ku li vir pêkhateyeke leşkerî tune ye, pirsgirêk hene, lê binêrin, di navbera Qirqizistanê û Tacîkîstanê, dewletên din de pirsgirêk hene, lê pêşketinên salên dawî bûne sedema wê yekê ku pênc welatên Asya Navîn karîn, wek ku tê gotin, hevdu teşwîq bikin da ku pirsgirêkên navxweyî yên herêmî çareser bikin, da ku projeyên binesazîyê yên cidî li axa wan bên bicîhanîn. Niha, dewletên ku berê li dijî hev dixebitin, ku bi hev re nakokî hebûn, belgeyan îmze dikin, ku, em bêjin, rîya hesin bi heman veberhênanên çînî re derbaz dibe”.
Di dêklarasyonekê de ku li civîna li Tyanszînê hatîye qebûlkirin, beşdarên civîna Rêxistina Hevkarîya Şanhayê biryar dan ku statûya “çavdêr” û “hevkarê dîyalogê” di statûyeke yekane ya “Hevkarê Hevkarîya Şanhayê” de bikin yek. Serokê Çînistan ê Sî Sînpîn ragîhandîye ku Çînistan piştgirîyê dide endametîya Adirbêcanê û Ermenîstanê di Rêxistina Hevkarîya Şanhayê de wek endamên daîmî. Sînpîn destnîşan kirîye ku “Ev welat niha xwedî statûya hevkarên dîyalogê yên Rêxistina Hevkarîya Şanhayê ne”. Li gorî zanyarê sîyasî, endametîya di vê avahîyê de dikare ji bo aborî û veberhênanên Ermenîstanê çira kesk veke.
“Tevlîbûna vê avahîyê dikare wek çira kesk ji bo Çînistanê bê dîtin da ku ji bo welatên din li vê herêmê veberhênanê bike”.
Şandaya bi serokatîya serokwezîr wê heta 3 ê îlonê li Çînistanê bimîne, û dû re jî ber bi Japonyayê ve biçe. Di çarçoveya serdana xebatê ya du rojan de, civîneke di navbera serokwezîrên Ermenîstanê û Japonyayê de li Tokyoyê hatîye plankirin.







