
Li gorî agahîyên Rûdaw ê, li Başûrê Kurdistanê nêzîkî du mîlyon xwendikaran wê yekşemê dest bi dibistanê bikin.
Serokê yekîtîya mamosteyên Kurdistanê Ahmed Germîyanî ji Rûdaw ê re ragîhandîye:
“Salane li Herêma Kurdistanê nêzîkî mîlyonek 800 hezar xwendîkarî dixwînin lê îsal heta îro wezîreta perwerdeyê amarên zelal eşkere nekirine”.
“Nêzîkî 6 hezar dibistanan hene”
Ahmed Germîyanî derbarê hejmara dibistanan jî gotîye:
“Li Herêma Kurdistanê nêzîkî 6 hezar dibistanan hene, bi giştî 57 selefê wan li Hewlêr û Dihokê û 43 selefê wan jî li Silêmanî û Helebceyê ne”.
Zêdetirî 400 hezar xwendîkarî Silêmanîyê li 1 410 dibistanan dixwînin, ev ji bilî perwerdeyên îdareyên serbixwe yên Germîyanê û Raperînê ye.
Birêvebirê giştî yê perwerdeya Silêmanîyê Nejad Ebdulah ji Rûdaw ê re gotîye: “Îsal 417 hezarî zedetir û 345 xwendekar li sînorê me dixwînin”.
Li Raperînê 98 hezar xwendikar li 300 navendên xwendinê dixwînin.
Li Dihokê jî 1 470 dibistan hene û zêdetirî 400 hezar xwendikar li wan de dixwînin.
Xwendina bi kurdî li herêmên Kurdistanê
Birêvebirê beşa ewendina bi kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî ragîhandîye:
“Li Kerkûkê zêdetirî 100 hezar xwendikar wê sala nû ya xwendinê bi kurdî bixwînin”.
Kameran Elî dihîyar kirîye ku li Kerkûkê 557 dibistanên bi kurdî hene û zêdetirî 8 500 mamoste waneyan didin.
Şengal
Birêvebirê perwerdeya bi kurdî ya Şengalê Meyser Hecî ji Rûdaw ê re gotîye:
“Ji bo sala nû ya xwendinê li sînorê me zêdetirî 26 hezar xwendekaran bi kurdî dixwînin”.
Ewî daye zanîn ku li sînorê wan 105 dibistan hene.
Xaneqîn
Li navçeya Xaneqînê jî beşa kurdî heye û li gorî agahîyan 3 300 mamoste û karmendên wan hene û salane dersa kurdî didin nêzîkî 5 hezar xwendikaran.
Divê be gotin ku li Xaneqînê 32 dibistanên kurdî hene.
Mexmûr
Li sînorê Mexmûra ku yek ji herêmên Kurdistanî ye jî 86 dibistan hene û zêdetirî 863 mamoste dersê didin.
Sala borî li Mexmûrê 8 322 xwendekiran bi kurdî dixwend.







