SerekeSîyasî

Êrdogan li ser daxwaza Nêçîrvan Barzanî qedexeya li ser balafirgeha Silêmanîyê radike

Li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan qedexeya li ser geştên esmanî yên balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê rakir.

Di demeke nêzîk de esmanê Tirkîyayê wê ji geştên ji balafirgeha Silêmanîyê re û ber bi wê ve be vekirin.

Biryar di civîna îro ya di navbera Nêçîrvan Barzanî û serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan de li Enqereyê hatîye dayîn.

Endamekî şandeya serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Rûdawê re gotîye:

“Serok Nêçîrvan Barzanî ji serok Êrdogan re gotîye, ez dixwazim ku hûn cezayê li ser balafirgeha Silêmanîyê rakin.

Êrdogan têlefona xwe xwest û yekser têlefonî serokê sazîya firokevanîya sîvîl ya Tirkîyayê kirîye û jê pirsîye, ev mesele çi ye?

Ewî berpirsî jî daye zanîn ku wana nû cezayê li ser balafirgeha Silêmanîyê dirêj kirîye”.

Li gorî heman çavkanîyê, Êrdogan ji Nêçîrvan Barzanî pirsîye:”Çima tu ewqas xema Silêmanîyê dixwî?” Serokê Herêma Kurdistanê jî gotîye: “Ma tu nizanî nîvê min Silêmanî ye?”

Êrdogan li ser vê bersivê kenîyaye û bi têlefonê ferman daye sazîya firokevanîyê ku cezayê li ser balafirgeha Silêmanîyê rake û ji Nêçîrvan Barzanî re gotîye, “Gotina te nayê redkirin”.

Tirkîyayê 6 ê mehê rawestandina geştên xwe yên ji bo balafirgeha Silêmanîyê dirêj kiribû.

Enqereyê cara yekem 3 ê nîsana sala 2023 a bi hinceta “zêdebûna çalakîyên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) û zêdebûna bandora wê ya li balafirgehê” qada xwe ya asmanî li ber geştên balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê girtibû.

Hîmê balafirgeha navneteweyî ya Silêmanîyê sala 2003 a hatîye danîn û sala 2005 a bi awayekî fermî hatîye vekirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button