Li Başûrê Kafqasyayê rûpeleke nû ya aşîtî, aramî û hevkarîya herêmî vedibe: Parûyr Hovhannîsyan

Nûnerê daîmî yê Ermenîstanê li Netewên Yekbûyî Parûyr Hovhannîsyan beşdarî rûniştina 80 emîn ya civata giştî ya Newetên Yekbûyî bûye.
Li gorî “Armenpress” ê, wek ku ji hêla nûnertîya daîmî ya Ermenîstanêye li Netewên Yekbûyî ve hatîye ragîhandin, Parûyr Hovhannîsyan tekez kirîye ku bêçekkirina cîhanî û nebelavbûna çekan di nav pêşînîyên rojeva sîyaseta der ya Ermenistanê de ne.
Ewî zêde kirîye ku rêjîmeke kontrolkirina çekên kevneşopî ya bihêz û bibandor, li gel tedbîrên avakirina bawerî û ewlehîyê, ji bo parastina aşîtîyê li ser astên navneteweyî û herêmî girîng in.
Balyoz Hovhannîsyan tekez kirîye ku pêşketina ku bi îmzekirina dêklarasîyona di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de li Waşîngtonê 8 ê tebaxê hatîye bidestxistin, bawerîya ku rûpeleke nû ya aşîtî, îstîqirar û hevkarîya herêmî li Kafkasya Başûr vedibe, ji nû ve piştrast kirîye.







