Em ê sala 2026 a 4 tonn zêr derînin:wezîrê Ermenîstanêyî fînansa

Li Ermenîstanê tê payîn ku sala 2026 a de qebareya pîşesazî û madenê zêde bibe.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîrê fînansa Vahê Hovhannîsyan dema nîqaşkirina pêşnûmeqanûna “Li ser byûcêya dewletê ya Ermenîstanê ya sala 2026 a” de li civîna hevbeş ya komîtêyên daîmî yên meclîsa neteweyî de ragîhandîye.
Hovhannîsyan gotîye: “Sala 2026 a, tê payîn ku li Ermenîstanê di qebareya pîşesazîya hilberandin û madenê de zêdebûnê çêbibe. Amûlsar di vê mezinbûnê de bandora wê heye. Em pêşbînî dikin ku em ê sala 2026 a de 4 tonn zêr derînin”.
Bi tevahî veberhênana di bernameya pêşvebirina madena Amûlsarê de wê bigihîje 750 mîlyon dolarî, ku ji wê 250 mîlyon dolarî ji bo temamkirina avakirinê û destpêkirina xebitandina madenê hatîye armanckirin. Rêzêrvên îzbatkirî yên li Amûlsarê 73 tonn zêr û 294 tonn zîv in. Berhema dawî wê dorê be, ku ji hevbendîya zêr û zîv pêk tê.







