
Hevserokê konsêya birêvebir ya KCK ê Cemîl Bayîk dîyar kirîye ku banga çekdanînê ya Abdullah Ocalan ne ji bo Rojavayê Kurdistanê ye.
Cemîl Bayîk eşkere kirîye sîyaseta Tirkîyayê ya ku tenê daxwaza çekdanînê dike wê negihîje armancê û gotîye: “Divê dewlet bi lez îdî yasayên azadî û întêgrasîyona dêmokratîk derxe”.
Cemîl Bayîk ragîhandîye ku ew li gorî pêrspêktîvên Abdullah Ocalan tevgerîyane û daye zanîn ku PKK ê xwe fesix kirîye û têkoşîna çekdarî bi dawî bûye.
Hevserokê konsêya birêvebir ya KCK ê Cemîl Bayîk pirsên ANF ê bersivandine.
Bayîk destnîşan kirîye ku banga Ocalan ya 27 ê sibatê encama xwezayî ya dîyalêktîka guherîn û veguherînê ye ku di pêvajoya dîrokî de bi têkoşîna îdêolojîk û sîyasî hatîye efirandin.
“Îdî dor ya dewletê ye”
Cemîl Bayîk dîyar kirîye ku ew derbazî qonaxa duyem bûne û divê dewlet îdî “yasayên azadî û “yasayên întêgrasîyona dêmokratîk” derxe.
Hevserokê konseya birêvebir ya KCK ê gotîye: “PKK ê xwe fesix kirîye, têkoşîna çekdarî bi dawî bûye, me ya xwe kirîye.
Niha dor ya dewletê ye. Divê mafê hêvîyê yê rêber Apo bê naskirin û zemîna sîyaseta dêmokratîk bi yasayan bê mîsogerkirin”.
Bayîk amaje bi hevdîtinên li Îmralîyê jî kirîye û gotîye: “Rêber Apo bi awayekî eşkere dîyar kirîye ku divê Pêvajoya aşîtî û civaka dêmokratîk bikeve qonaxeke nû û derengmayîn wê ji bo gelên me encamên neyînî bîne”.
Serkirdeyê KCK ê daye zanîn ku piştî fesixkirina PKK ê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî, derxistina yasayeke veguhêz îdî bûye pêdivîyeke dîrokî.
“Bang ne ji bo Rojavayê ye”
Cemîl Bayîk li ser pirsa ka “Gelo banga Ocalan ji bo hêzên li Rojavayê Kurdistanê jî derbazdar e yan na?” jî gotîye: “Ocalan di tu banga xwe de behsa hêzên li derveyî yên ku li dijî Tirkîyayê şer dikin nekirîye.
PKK hatîye fesixkirin û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkîyayê hatîye rawestandin.
Li derveyî Bakûrê Kurdistanê tu hêzeke ku li dijî Tirkîyayê şer dike nîne.
Rêxistinên li derveyî Tirkîyayê û hêzên wan yên çekdar, birêvebirî û gelên wan welatan eleqedar dikin.
Dewleta tirk israr dike ku HSD çekan dayne.
Dema ku kiryarên HTŞ ê yên li hemberî elewî û durzîyan li holê ne, gotina “çekan daynin” ji gelên bakûr û rojhilatê Sûryayê re tê wateya “serê xwe daynin bin kêra qesab”.
Dêvlêt Bahçêlî ji bo HAMAS ê dibêje: “Çima çekan dayne, di bin gefa Îsrayêlê de ye” lê israr dike ku HSD û kurdên li her derê çekan daynin. Ma di vê de adalet heye?”
“Me li gorî pêrspêktîvên rêber Apo berpirsîyarî girt”
Cemîl Bayîk daxuyanîya Sabrî ya 26 ê çirîya paşin bi bîr xistîye û gotîye ku ew daxuyanî îradeya wan ya ji bo pêkanîna armanca aşîtî û civaka dêmokratîk nîşan dide.Hevserokê konseya birêvebir ya KCK ê gotîye: “Em li gorî pêrspêktîvên rêber Apo tevgerîyan.
Ji bo ku pêvajoya aşîtîyê bi dawî nebe û provokasîyon pêk neyên me berpirsîyarî wergirtîye”.
Li gorî Bayîk, heta niha hukumetê tu gavên sîyasî û hiqûqî neavîtine û ev yek hêvîyên dêmokratîkbûnê lawaz dike.







