Bernameya hevkarîya parastinê ya Ermenîstan-Fransîyayê ya sala 2026 a hatîye îmzekirin

Wezîreta Ermenîstanêye parastinê radigîhîne ku 15-16 ê kanûna pêşin li Parîzê şêwirmendîyên parastina stratêjîk yên dualî yên Ermenîstanê û Fransîyayê hatine lidarxistin, ku şandeyek bi serokatîya Lêvon Ayvazyan, serokê beşa sîyaseta parastinê û hevkarîya navneteweyî ya wezîreta parastinê ya Ermenîstanê, beşdarî wan bibûn.
Tê destnîşankirin ku di dema şêwirmendîyan de, Lêvon Ayvazyan rastî serokê nû yê rêveberîya têkilîyên navneteweyî û stratêjîyê yê wezîreta hêzên çekdar ya Fransîyayê, Gîyom Olanîyê hatîye, piştî wê di nav dêlêgasîyan de bi cîgirê serokê rêveberîyê, gênêral-lêytênant Êrîk Patîê re nîqaş hatine kirin.Wextê şêwirmendîyan de, karên ku di çarçoveya hevkarîyê de sala 2025 a hatine kirin, hatine kurtkirin û bernameyên ji bo sala bê hatine destnîşankirin.
“Alîya girîngîya dayîna naveroka stratêjîk û karêktêreke sazîyî ji hevkarîya dualî re tekez kirine. Encama şêwirmendîyan de, bernameya hevkarîya Ermenîstanêye parastinê ya Ermenîstan-Fransîyayê ya sala 2026 a hatine îmzekirin, ku çend deh çalakîyan di hemî warên çalakîya girîng ya hêzên çekdar de vedihewîne”,- daxuyanîyêda htîye got. Biryar hatîye kirin ku şêwirmendîyên parastina stratêjîk yên din li Yêrêvanê bên lidarxistin.







