H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê emelîyata robotêye yekem hatîye kirin

Li Ermenîstanê emelyeta robotêye yekem hatîye kirin. Li gorî ragîhandina  “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda rêktorê zanîngeha Yêrêvanêye dewletêye bijîşkî Armên Mûradyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Li gorî wî, emelyeta robotê cara yekem li navenda bizîşkî ya “SlavMêd” ê hatiye bikaranîn, li wir emelyateke robotîk ya ûrologîk-parçekirina gurçikê  hatîye kirin.

“Ez kêfxweş û serbilind im ku yekem emelîyeta robotê di ûrologîyê de bûye. Emelyet bi serkeftî hatîye kirin”,-Mûradyan nivîsîye.

Destwerdana cerahî ji alîyê ûrolog Miher Mxîtaryan ve hatîye kirin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button