H’emû nûçeSereke

Ez gumanim ku ji Ermenîstanê bo Adirbêcanê jî hinardekirin wê hebe:Paşînyan

Bi rastî, çend tişt qewimîne: qedexeya li ser îtxalkirina genim pêşîyê ji bo Qazaxistanê, paşê ji bo Rûsyayê hatîye derxisin. Paşê tiştê din qewimîye, hatîye tomarkirin ku tu sînorkirin li ser çûyîna bi trênê ber bi alîyê berevajî yê ji Ermenîstanê tuneye.

Tiştê sêyemîn ku qewimîye ev bûye ku Adirbêcanê amadebûna xwe ya firotina berhemên pêtrolê ji karsazên ermenî re nîşan daye û ew amadebûn hatîye nîşandan, ew trên hatîye û li sûkê xuya bûye. Ez difikirim ku wê ecêb be ku em helwesta xwe nîşan nedin.

Û ez, belê wê helwestê dîyar dikim û ez difikirim ku ez rast dikim. Û çima li deverên cuda? Ji bo ku ew li deverên cuda bê tomar kirin, ji ber ku ew ji bo Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî jî girîng e. Serokwezîr Nîkol Paşînyan ev yek di dema brifînga hukumetê de gotîye, dema ku bersiva pirsa gelo spasîya eşkere ya çend caran ji platformên cuda ji bo bûyerên ku diqewimin îhtîmaleke dîplomatîk e, daye.

“Me girêdana trênê bi Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî re wergirtîye.Berê qet girêdana trênê bi  Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî re çênebûye. Ev tiştê çaremîn e ku qewimîye. Bi rastî jî pir girîng e ku meriv mezinahîya tiştê ku qewimîye binirxîne”.

Ez dixwazim nîşan bidim ka aşîtî çi ye û ez nîşan didim û îlan dikim ku aşîtî rastîyek e û aşîtî xwedî şêweyên berbiçev yên îfadeyê ye.

“Ez bawar dikim ku di pêşerojeke nêzîk de bazirganîya dualî di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hebe.Niha ji Adirbêcanê îtxal heye bo Ermenîstanê, ez hêvî dikim ku ji Ermenîstanê îxracat jî bo Adirbêcanê hebe”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button