AborîCivakH’emû nûçeSereke

Ermenîstanê ji gelek welatan pêşnîyarên ji bo modêlên stansya atomî yên modûlar stendine

Ermenîstanê pêşnîyarên ji bo modêlên stansyayên atomî yên modûlar ji Rûsyayê, Dewletên Yekbûyî, Fransayê, Çînistanê û Korêya Başûr wergirtine.

Li gorî “Armenpress”-ê, ev yek ji alîyê wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê yê Komara Ermenîstanê, Davîd Xûdatyan, di 3ê sibatê da di civîneke çapemenîyê da hate ragîhandin, û got ku hîn biryareke dawî li ser hilbijartina modêlê nehatîye dayîn.

“Ez difikirim ku mijara hilbijartina modêlêkê wê di sala 2026 an 2027an da bê bicîhanîn. Ji ber vê yekê, ne hewce ye ku em pir bilezînin. Li gorî hilbijartina modêlê, wê biryar bê dayîn ku em bi kîjan welatî ra dixebitin, ji ber ku sîstêma santrala atomî ya modûlar berê bi berfirehî nehatîye bikar anîn û pêdivî bi lêkolînên zêdetir heye ku em dikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button