H’emû nûçeSereke

Amnesty International-biryara Rûbên Vardanyan wek henekê edaletê bi nav dike

Rêvebira Avropa Rojhilat û Asyaya Navîn ya rêxistina efûyê ya navneteweyî Marî Strûtêrsê biryara ku dadgeha Bekûyê li dijî wezîrê Qerebaxêyî dewletêyî berê Rûbên Vardanyan daye, wek heneka edaletê bi nav kirîye.

Li gorî “Armenpress” ê, rêxistina mafên mirovan ya navneteweyî ji Marî Strûtêrs re gotîye: “Mehkemekirina 16 bersûcan, ku bi biryara li dijî Rûbên Vardanyan bi dawî bûye, ji bilî bêrêzîya edaletê tiştekî din nîne. Rastîya ku Rûbên Vardanyan û yên din, çend sîvîlên mîna wî, di dadgeheke leşkerî de hatine darizandin, bi serê xwe fikarên cidî derdixe holê û bi garantîyên darizandina dadperwer re ne lihevhatî ye”.

Strûtêrs bawer dike ku qurbanîyên şerê dehsalan yê li ser Qerebaxê, him li Ermenîstanê û him jî li Adirêcanê, heq dikin rastî, edalet û garantî bikin ku tawanên weha careke din dubare nebin. “Ev mehkemekirin heqaretek e ji bo hemî qurbanîyên tawanên li gorî qanûna navneteweyî”,-ewî gotîye.

Rêveberê Avropaya Rojhilat û Asyaya Navîn  “Amnesty International” ê  dîyar kirîye ku Rûbên Vardanyan û yên din bi rûniştinên hema bêje girtî hatine darizandin, dozên li dijî wan li ser delîlên derewîn hatine vekirin û rûniştinên dadgehê bi zimanekî ku ji bo ermenîyan ne têgihîştî ye hatine lidarxistin û bi rêkûpêk nehatine wergerandin.

Her wiha tê destnîşankirin ku ” Amnesty International” ji rayedarên Adirbêcanê derbarê darizandin û delîlan de agahî xwestîye, lê bersivek negirtîye.

“Divê Adirbêcan erkên xwe yên di bin qanûna mafên mirovan ya navneteweyî de bicîh bîne û piştrast bike ku hemî kesên ku bi sûcan têne tawanbarkirin li gorî qanûnên navneteweyî û pîvanên darizandina dadperwerane bên darizandin”,- rêxistinê di daxuyaniyekê de gotîye.

17 ê sibatê, dadgeheke Bekûyê biryarek di dozeke cezayî ya çêkirî de li dijî wezîrê berê yê dewletê yê Qerabaxê Rûbên Vardanyan weşandîye, ku li gorî wê Vardanyan bi 20 sal cezayê girtîgehê hatîye cezakirin. Dozger ji bo Rûbên Vardanyan daxwaza cezayê hebsa heta-hetayê kiribû.

Rûbên Vardanyan, piştî êrîşa leşkerî ya Adirbêcanê li ser Qerebaxê, 27 ê îlona sala  2023 a de ji alîyê memûrên ewlehîyê yên Adirbêcanê ve bi neqanûnî hatîye girtin û radestî Bekûyê hatîye kirin.

Li Adirbêcanê, ew bi gelek gotaran bi neheqî hatîye tawanbarkirin. Berê, dadgehê biryarên derew li dijî nûnerên serokatîya leşkerî-sîyasî ya berê ya Qerabaxê weşandîye. Serokkomarê berê yê Qerabaxê Arayîk Harûtyûnyan, fermandarê berê yê artêşa parastinê Lêvon Mnasakanyan, cîgirê fermandarê berê yê artêşa parastinê Davîd Manûkyan û wezîrê karên der yê berê Davîd Babayan cezayê hebsa heta-hetayê wergirtin û serokkomarên berê Arkadî Xûkasyan û Bako Sahakyan jî 20 sal cezayê hebsê wergirtin, ji ber ku di dema weşandina biryarê de ew 65 salî bûn û qanûna Adirbêcanê ferzkirina hebsa heta-hetayê li ser kesên ji 65 salî mezintir qedexe dike. Dadgeha Bekûyê her wiha Madat Babayan û Mêlîksêt Paşayan ji ber darizandina derewîn 19 sal cezayê hebsê wergirtin û Davîd Alavêrdyan 16 sal cezayê hebsê wergirtin. Êrîk Xazaryan, Gûrgên Stêpanyan û Vasîlî Bêglaryan 15 sal cezayê hebsê wergirtin û Garîk Martîrosyan jî 18 sal cezayê hebsê wergirtin

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button