H’emû nûçeSereke

Euronews: Ermenîstan  betlaneyên herî dilovan û germ pîroz dike

Her sal 19 ê sibatê, xuya ye ku Ermenîstan hinekî geştir dibe.Wê rojê, ew yek ji cejnên herî dilovan û germ li vir pîroz dikin-roja dîyarîya Pirtûkan, ku bi rojbûna “helbestvanê hemû ermenîyan” Hovhannês Tumanyan re hevdem e. Derheqa wê yekêda Euronews ê nivîsîye.

19 ê sibatê li Ermenistanê ne tenê rojek di salnameyê de ye. Ew roj li vir wek yek ji betlaneyên herî geş tê pîrozkirin: Roja dîyariya Pirtûkan.

Wê rojê de, mirov bi pirtûkan derdikevin kolanan da ku wan bidin kesên ku ew ji wan hez dikin, rêzê li wan digirin, yan jî cara yekem rastî wan tên. Ev cejniek e ku tê de patos tune ye, lê germahîya mirovan pir zêde ye. Ew di kenên mirovan de, di pirtûkên ku ji bo raya giştî vekirî ne, di sohbetên kurt de li nêzîkî refikên pirtûkan dijî. Di wê rojê de, hûn dikarin bibînin ku xwendikarek pirtûkekê dide rêwiyekî, xortek cildek helbestan dide jineke pîr ya ku li rawestgeha otobusê li bendê ye û xerîban romanên xweyên bijare wek ku ew sirên kevin bin diguherînin.

Li Ermenistanê, ew bi dilsozî bawer dikin ku pirtûkek ji dil hatiye veqetandin bê guman wê xwedîyê xwe bibîne.

Hilbijartina dîrokê ne tesadufî ye.19 ê sibatê, Hovhannês Tumanyan ji dayik bûye, mirovek ku jê re helbestvanê hemû ermenîyan tê gotin. Ev ne tenê sernavek xweşik e: ew nîşan dide ka Tumanyan çiqas kûr di çand û hişmendîya ermenîyan de kok girtiye.

Li gundê Dsêxê, malbata keşîşekî de ji dayik bûye, zû dest bi nivîsarê kirîye, ji bo rojnameyan xebitîye û paşê koma edebî ya “Vernatun” ava kirîye, ku helbestvan û hunermendên herî baş yên wê demê li hev kir yek. Berhemên wî -“Anûş”, “Maro”, “Sakoyê Lorîyê”, “Kûçik û Pisîk” û adaptasyona destana “Davîtê Sasûnê”-demeke dirêj e ku bûne beşek ji folklora ermenî, her çend ji hêla yek kesî ve hatibin nivîsandin jî.

Tumanyan jiyaneke tijî fikarên gelê xwe jiyaye, di dema qirkirinê de alîkarîya penaberan kirîye, ji bo aşîtîyê axivîye, piştgirî daye nivîskarên ciwan. Navê kolan û dibistanan li ser navê wî hatiye danîn, abîdeyên dîrokî hatine çêkirin û wêneyê wî li ser banknota 5000 dram hatiye danîn.

Ji ber vê yekê rojbûna wî bûye rojek ji bo dayîna pirtûkan: mirov bi qasî ku ewî gotinên xwe dane, bi comerdî pirtûkan didin hev.

Pirtûkxaneya neteweyî ya Ermenîstanê wê rojê ji bo hizkiriyên pirtûkan dibe maleke rastîn. Li vir fuarek tê lidarxistin, refikeke “Bexş” vekirî ye, ku her kes dikare ji wir pirtûkek belaş bigire, û pirtûkxane bi xwe weşanên nû dide xwendevanan. Mirov bi malbatên xwe re tên, pirtûkan hildibijêrin, bandorên xwe parve dikin û pirtûkxanevan jî alîkarîya dîtina tiştekî taybet dikin.

Li Ermenistanê dibêjin: “Pirtûkeke taybet ronahîyeke piçûk e ku hûn di giyanê kesekî de dihêlin.” Û 19 ê sibatê, bi hezaran roniyên weha li seranserê welêt têne vêxistin: di destan, malan û dilan de.

Ev cejnek e ku hûn dixwazin bi tevahiya cîhanê re parve bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button