SerekeSport

Serokê fêdêrasîyona gulebaranê ya cîhanê ji asta organîzasîyakirina çêmpîyonîya Avropayê ya li Ermenîstanê bandor bûye

Serokê fêdêrasîyona gulebaranê ya cîhanê Lûçîano Rosî, ji asta organîzasîyakirina çêmpîyonîya Avropayê ya li Yêrêvanê pêk tê bandor bûye.

Rosî di hevpeyvîna bi «Armenpress» ê re gotîye: “Em li vir li Yêrêvanê bi awayekî xweş tên pêşwazîkirin. Ez ji Ermenîstanê, ji serokwezîr, ji fêdêrasîyona gulebaranê ya Ermenîstanê re spasdar im. Karekî bi rastî mezin û baş hatîye kirin. Ev cara yekem e ku em çêmpîyonîya Avropayê li vir li dar dixin, ez hêvî dikim ku ne ya dawî be”.

Serokê fêdêrasîyona cîhanî ji merasîma vekirina çêmpîyonîya gulebaranê ya Avropayê bandor bûye, ku ewî gotîye ew bi gîyanê avropî tijî bûye.

“Ev hemû ji bo min bi xwe pir girîng e. Em bi dil û can teqdîr dikin ku tûrnîvan çiqas baş hatîye organîzasîyakirin tê lidarxistin. Ez bi awayekî xweş matmayî mam. Bi serokê fêdêrasîyona gulebaranê ya Ermenîstanê Artûr Hovhannîsyan û sêkrêtarê giştî Arêg Sarîbêkyan re têkilîyên me yên germ û biratî hene”,-ewî destnîşan kirîye.

Rosî behsa îhtîmala lidarxistina çêmpîyonîya cîhanê li Ermenîstanê di pêşerojê de kirîye û tekez kirîye ku ew vê yekê di pêşerojê de gengaz dibîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button