Şerê li dijî Îranê îzbat dike ku heyîna baregeheke leşkerî ya bîyanî li ser axa we çiqas xeternak e: Sosî Tatîkyan

Hevdamezrîner û rêvebera navenda sîyaseta der û ewlehîyê ya Yêrêvanê Sosî Tatîkyan, bi Factor TV ê re li ser rewşa leşkerî-sîyasî ya li dora Îranê axivîye, armancên rastîn yên Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê, xetereyên gengaz ji bo Ermenîstanê û formûla ewlehîyê analîz kirîye.
Derbarê wê dîtinê de ku armanca Amêrîkayê û Îsrayêlê guhertina rêjîmê li Îranê ye,Tatîkîyanê ne li hev kirîye: “Bila ez hinekî bi we re ne li hev bikim. Ez bi wê nêrînê re nabim ku armanca rastîn ya Tramp û Îsrayêlê guhertina rêjîmê ye. Armanca rastîn ew e ku bernameya çekên navokî, fûzeyên balîstîk û hêzên deryayî ji holê rakin, wek ku di daxuyanîya ku ji hêla qesira Sipî ve hatîye weşandin, hatîye gotin”.
Li gorî wê, guhartina rêjîmê wê bi stratêjîya nû ya ku ji hêla Dewletên Yekbûyî ve hatîye pejirandin nakok be.Tatîkîyanê tekez kirîye ku Îran ne rêjîmeke otorîtar e ku li dora kesekî hatîye efirandin, lê têokraîyake sazûmanî ye. “Ji ber vê yekê, bê guman kesekê din wê şûna Xamênêyî bigire. Lê belê, wan avahîya qaşo konsêya pisporan bombebaran kirîye. Ev sazî ye ku hilbijartina rêberê gîyanî yê nû lê divîyabû pêk bê û bi vê yekê, ew hewil didin ku sazî û mêxanîzma biryardanê sabote bikin”,-ewî destnîşan kirîye.
Pispor di derbarê êrîşên Îranê de tekez kirîye ku heyîna baregehên leşkerî yên bîyanî welatan dike hedef: “Ev bûyer nîşan didin ku heyîna her cûre baregeheke leşkerî li ser axa serwêr ya welatê xwe çiqas xeternak e.Heger em bala xwe bidinê, Îranê ne tenê êrîşî cînarên xwe, Tirkyayê, Adirbêcanê û me kirîye.”
Ewî ev dîyarde bi van faktoran ve girêda: “Ez difikirim ku Tirkîya tenê ditirse, ji ber ku Tirkîya endamê NATO ê ye û heger Îran êrîşî axa Tirkîyayê bike, ev tê wateya ragîhandina şer li dijî NATO ê. Di derbarê Ermenîstanê de, bê guman ji bo me, di şert û mercên heyî de wê ecêb be ku Îran êrîşî me bike, ez difikirim ku wê ne gengaz be ku sedemeke ji bo vê yekê bê dîtin”.
Li gorî Tatîkyanê, di rewşa jêopolîtîk ya aloz ya niha de, Ermenîstanê tenê formûla gengaz, her çend xeternak be jî ji bo jîyanê pejirandîye.”Di vê gavê de, ez difikirim ku Ermenîstanê di vê rewşê de formûleke pir xeternak, pir dijwar, lê dibe ku tenê formûla maqûl ji bo ewlehîyê dîtîye. Ew efirandina hevkarîyên stratêjîk bi van welatên cuda re û parastina bêalîbûnê di rewşa alozî û pevçûnên weha de ye”.
Lê belê, ewî hişyarî daye ku ev sîyaset jî bê xetere nîne: “Ev jî xwedî xetereyên pir mezin e û di vê gavê de, ez dikarim bêjim, ev tiştek e ku pir caran min di şevê de hişîyar dihêle, ji ber ku heke berê me neçar ma ku bi berdewamî di navbera Rojavayê û Rûsyayê, Rojavayê û Îranê de hilbijêrin, niha di şert û mercên vê cîhana pirvêktor de her tişt pir tevlîhevtir bûye û nayê dûrxistin ku xalek bê ku ji bo Ermenîstanê pir dijwar be ku wê bêalîbûnê biparêze”.







