
Adirbêcan bûye welatê dawî ku tevlî şerê Amêrîkayê û Îsrayêlê li dijî Îranê bûye. Ev yek piştî ku çar dron roja pêncşemê li Naxçêvanê ketin, qewimîye. Bekû îdîa dike ku ew ji axa Îranê hatine avîtin.Êrîşan zirar dane avahî û binesazîyê û du sîvîl birîndar kirine. Wek ku Middle East Eye dinivîse, analîst destnîşan dikin ku Îran hewl dide bi kiryarên xwe yên tolhildanê bandora xwe li herêmê nîşan bide.
Bi dehsalan e, welatên Kendavê (welatên ereba) xwe wek “giravên aramîyê” nîşan didin û veberhêner û geştîyaran dikişînin, xwe dispêrin hebûna baregehên leşkerî yên amêrîkî li herêmê.Ev kiryarên leşkerî yên Îranê armanc dikin ku wê têgihîştinê bişkînin û nîşan bidin ku zirara şer wê ji sînorên wê pir dûr bikeve.
Ev alozîyên li herêmê armanc dikin ku welatên cînar neçar bikin ku zextê li Waşîngtonê bikin da ku şer bi dawî bibe.
Rêveberê Gulf State Analytics ya li Waşîngtonê Corcîo Kafîêro , bawer dike ku ev rewşa nearam dikare welatên Kendavê teşwîq bike ku “Dewletên Yekbûyî razî bikin ku kiryarên xwe yên êrîşkar rawestîne.
” Li gorî Farîd Safîyêv, serokê navenda Bekûyê ya analîza têkilîyên navneteweyî, Adirbêcan hewl dide ku di vê pevçûnê de bêalî bimîne.
Piştî bûyerê, Adirbêcanê qada hewayî ya başûr û derîyên sînor yên bi Îranê re ji bo kamyonan ji bo 12 sehetan girtîye. Vê gavê yek ji rêyên bejahî yên kurttirîn yên ku Îran bi Rûsyayê ve girêdide asteng kirîye. Serokkomar Îlham Elîyêv jî gefa bersiveke leşkerî xwarîye, lê heta niha bersiveke fermî nehatîye dayîn.
Tehran demek dirêj e ji têkilîyên Adirbêcanê bi Îsrayêlê re guman dike. Îranê Bekû tawanbar kirîye ku destûrê dide Îsrayêlê ku axa wê ji bo êrîşkirina li ser Îranê bikar bîne.
Analîstekî sîyasî li Tehranê, ku nexwest navê wî bê eşkerekirin, ji Middle East Eye re gotîye ku rayedarên îranî piştrast in ku Îsrayêlê di pevçûnên berê de qada hewayî ya Adirbêcanê bikar anîye.
Bekûyê îdîayan red kirîye. Lê belê, analîst destnîşan kirîye ku rêberên îranî meyla wan heye ku vî şerî wekî gefek hebûnî bibînin.
“Îran naxwaze bi Bekûyê re pevçûnek çêbibe. Lê belê, Bekû niha li gorî berjewendîyên Dewletên Yekbûyî û Îsrayêlê tevdigere”,- analîst destnîşan kirîye û gotîye ku heger li Îranê kaos derkeve, Adirbêcan dikare di şekildana bûyerên herêmî yên din de rolek bilîze.
Ev bûyera drona dikare bibe bingehek sîyasî ji bo helwestek hişktir. Di heman demê de, hilweşîneke muhtemel ya Îranê wê gefên cidî li ser Adirbêcanê jî çêbike.
Heger krîz zêde bibe, îhtîmal e ku Adirbêcan pir bi hevalbendê xwe yê herî nêzîk ve girêdayî be.
Tirkîyayê berê piştgirîya leşkerî daye Adirbêcanê û alîkarîya wê kirîye ku Qerabaxê kontrol bike.
“Ez difikirim ku heger rewşek çêbibe ku ewlehîya neteweyî ya Adirbêcanê tehdît bike, meriv dikare texmîn bike ku Enqereya fermî jî wê vê yekê wekî tehdîdek li ser Tirkyayê bibîne. Û ez difikirim ku rayedarên Tirkyayê wê ji bo parastina Adirbêcanê pir hewl bidin”,-Kafîêro gotîye.







