SerekeSîyasî

Rêxistineke Herêma Kurdistanê alîkarî gihandîye Rojhilatê Kurdistanê

Serokê rêxistina bextewerîyê ragihandîye ku wana alîkarîyên mirovî gihandine hejmareke malbatên li Rojhilatê Kurdistanê ku hewceyî xwarin û pêdiviyên rojane bûne.

Serokê rêxistina bextewerîyê ya li Herêma Kurdistanê Hecî Karwan, ji tora medyayî ya Rûdawê re gotîye tevî şer û alozîyan wana karîye destê alîkarîyê bigihînin wan malbatên li Rojhilatê Kurdistanê yên ku hewceyî alîkarîyê ne.

Hecî Karwan gotîye: “Me alîkarî gihand bajarê Pîranşar û derdora wê, Merîwan û derdora wê û bajarê Mehabadê.

Me selikên xwarinê belav kirine çimkî îro li wan deveran bihayê xwarinê gelekî biha bûye”.

Serokê rêxistina bextewerîyê eşkere kirîye ku wana heta niha bi bihayê 30 milyonî zêdetir dînarî selikên xwarinê li wan bajarên Rojhilatê Kurdistanê belav kirine.

Ji ber şerê Amêrîkayê û Îsrayêlê yê li dijî Îranê ku 28 ê sibatê dest pê kirîye û didome, bihayê beşeke ji xwarin û pêdiviyên rojane li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button