
Merasîma danîna bingeha dibistana sportê ya ser navê Malxas û Roman Amoyana li herêma Aragasotnê gundê Elegezê pêk hatîye. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li wir amade bûye.
Wextê vekirina merasîma fermî çêmpîyonê gelek cara yê cîhanê û Avropayê, xwedîyê mêdala bronz ya Olîmpîyadê Malxas Amoyan û cîgirê çêmpîyonê cîhanê, çêmpîyonê Avropayê û xwedîyê mêdala bronz ya Olîmpîyadayê Roman Amoyan jî amade bûne.
Roman Amoyan axaftina xwe de girîngîya dibistana werzîşê ji bo civakê tekez kirîye. “Herêma me bi rastî jî hewcê dibistana werzîşê bûye. Zarokên me ji bo perwerdeyê hatina ji bajêr zehmetî dikişandin.Ez hêvî dikim ku piştî avakirinê ew ê baş perwerde bibin û em ê bê guman domdar bin”,- ewî gotîye û serda zêde kirîye ku ewana her gav têkilîyên wan bi gunadra hebûye û niha ew têkilî wê qewîn bibe.
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan axaftina xwe de destnîşan kirîye ku avakirina dibistana werzîşê teqdîreke dewletê ye ji bo destkeftîyên werzîşvanan.
“Ev hemû rêzgirtina Komara Ermenîstanê ye ji bo destkeftî û xizmetên we yên werzîşêye”,-serokwezîr gotîye.
Ewî her wiha tekez kirîye ku ev proje ji alîkî ve, Roman Amoyan eleqedar dike, ku karîyêra xwe ya werzîşê temam kirîye û di rewşa Malxas Amoyan de jî, ew îfadeya hêvîyên nû ye.
“Em dixwazin pêşerojê de destkeftîyên nû di çêmpîyonata cîhanê û Olîmpîyadê de bên tomar kirin”.
Tê plankirin ku dibistana werzîşê bibe navendeke girîng ji bo perwerdehî û şêwazeke jîyanek tendurîst ji bo zarok û ciwanan.
Erd nêzîkî 4 000 mêtr çargoşe ye.Avahî wê du qatî be û nîvjêrzemînek jî hebe. Li qatê yekem dê salona werzîşê ya gulêşê bo nêzîkî 150 temaşevanan digire û her wiha hewzeke avjenîyê û saûnayekê hebe. Li qatê duyem wê salona rahênana hêzê hebe û li jêrzemînê jî wê qada lîstikê ji bo tênîsa maseyê û werzîşên din hebe.
Tê plankirin ku avahî payîza sala 2027 a ser hevda bê.







