ÇandSereke

Hejmara tûrîstên ku îsal serdana Ermenîstanê dikin li gorî nîsana sala borî bi 39  selefî zêde bûye

Nîsana îsal de, hejmara tûrîsta li gorî heman serdema sala borî bi 39 selefî zêde bûye.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînya di civîna asayî ya hukumetêye 7 ê gulanê  gotîye.

Paşînyan zêde kirîye: “Mehên çile-nîsanê de, li gorî mehên çile-nîsana sala borî, bi 34 selefî zêdebûne hatîye tomar kirin”. Wezîrê Ermenîstanêyî aborîyê Gêvorg Papoyan jî bi hûrgilî daye kifşê ku tûrîstên ku serdana Ermenîstanê dikin rêjeyeke cihêrengîyê heye.

Nîkol Paşînyan tekez kirîye ku tevî kêmbûna giranîya taybet, girîng e ku bê zanîn ku di hejmara tûrîstên ji Rûsyayê jî zêdebûnek çêbûye.

Li gorî Papoyan, hejmara tûrîstên ji Rûsyayê îsal gihîştîye 245 178 a, li gorî 183 700  tûrîstên sala borî.

Wezîrê aborîyê gotîye: “Hejmara tûrîstên ku ne tenê ji Rûsyayê, lê di heman demê de ji Hindistanê, Îtalyayê, Fransîyayê, Dewletên Yekbûyî, Çînistanê, Almanyayê, Ûkraînayê, Îranê û Gurcistanê jî tên zêde bûye”.

Li gorî wî, heger berî çend salan hejmara tûrîstên ku ji Îtalyayê serdana Ermenîstanê dikirin  0,4 selefê bûye, niha ew ji  selefekî zêdetir e.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button