
Piştî civîna rayedarên hukumetê û fermandarê giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî, li parêzgeha Hesekê, pêngavên nû ji bo aktîvkirina pergala dadwerî û cîbicîkirina lihevkirina “tevlêbûnê” hatine avîtin.Rêveberîya ragîhandinê ya Hesekê belav kirîye, proseya cîbicîkirina lihevkirina tevlêbûnê li parêzgehê derbazî qonaxeke pêşketî bûye. Ev yek piştî civîna şanda serokatîyê Êmîl Zîyad Ayêş, parêzgarê Hesekê Nûredîn Ahmed û fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî pêk hatîye.Civînê de li ser nexşerêyeke zelal ji bo derbazkirina astengîyên berê li hev kirine.
Koşikên dadê li Hesekê û Qamişloyê vedibin
Cîgirê parêzgarê Hesekê Ahmed Hîlalî aşkere kirîye, roja pêncşemê koşika dadê ya li bajarê Hesekê bi fermî tê vekirin û dadwer wê vegerin ser karên xwe. Ev pêngav wekî bingehek ji bo serwêrîya qanûnê û çalakkirina sazîyên dadwerî tê dîtin.
Heman plan wê li bajarê Qamişloyê jî bê cîbicîkirin û li wir jî koşika dadê bê vekirin, da ku pergala dadwerî li seranserê parêzgehê bibe yek.
Li gorî daxuyanîyê, encûmena bilind ya dadwerîyê wê dest bi hevdîtinan bi karmendên ku berê di bin navê “Meclîsên dadê” de dixebitîn bike. Kesên ku jêhatîbûna wan ya hiqûqî hebe, wê di sîstêma nû de bên wezîfedarkirin û hinek ji wan jî wê ji bo perwerdeyê bo peymangeha bilind ya Dadwerîyê bên şandin.
Berdana girtîyan û rêveberîya girtîgehan
Di çarçoveya vê lihevkirinê de, Hîlalî dîyar kirîye ku di dema pêş de, wê bi sedan girtî piştî nirxandina dosyayên wan yên qanûnî bên berdan. Herwiha wezîreta navxwe wê bi temamî rêveberîya sazîyên girtîgehan li parêzgehê dewr bigire.
Di dawîya daxuyanîyê de hatîye gotin ku ev proseya yekbûnê di bin çevdêrîyeke raste-rast de berdewam e û ev gava ku hatîye avîtin, nîşaneyeke girîng e ji bo vegerandina rola sazîyên dewletê li herêmê.







