H’emû nûçeSereke
Armên Grîgoryan di têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê de krîzê nabîne

Sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan di têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê de krîzê nabîne.Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda Grîgoryan hevpeyvîna bi rojnamevanan re elam kirîye.
“Têkilîyên Ermenîstan-Rûsyayê xwedî rojeveke berfireh in, di wê wateyê de, heger em tevahîya têkilîyan li ber çaven bigirin, dibe ku li hin deveran pirsgirêk hebin, lê bi tevahî ez di têkilîyan de krîzê nabînim”,- Grîgoryan destnîşan kirîye.
Sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlehîyê her wiha daxuyanîyên Moskvayê yên derbarê dabînkirina platforma li Yêrêvanê ji bo serokê Ûkraînayê Volodîmîr Zêlênskî nirxandîye.
“Me civîna civaka sîyasî ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê li dar xistîye, me formata wê parastîye”,-Armên Grîgoryan gotîye.







