SerekeSport

Ermenîstan wê heftêkê bibe navenda cîhanî ya sportên leşkerî

Mafê lidarxistina civîna giştî û kongra konsêya sportê ya leşkerî ya navneteweyî ya sala 2027 a ji Komara Ermenîstanê re hatîye dayîn.

Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derqeqa wê yekêda wezîreta Komara Ermenîstanêye parastinê ve hatîye ragîhandin û hatîye gotin ku di vê çarçoveyê de, Ermenîstan wê ji bo heftêkê bibe navenda cîhanî ya sportên leşkerî.

Li gorî raportê, şanda wezîreta Ermenîstanêye parastinê  beşdarî civîna giştî û kongra konsêya navneteweyî ya sportê ya leşkerî bûye ku li Monakoyê hatîye lidarxistin. Konsêya navneteweyî ya sportê ya leşkerî piştî komîtêya navneteweyî ya Olîmpîyadê, ku 142 welatên endam tê de hene, rêxistina pirsportî ya here mezin ya cîhanê ye.

Tê destnîşankirin ku sala 2019 a de konfêransa avropî ya konsêya sportên leşkerî ya navneteweyî  sala 2024 a de jî çêmpîyonata gulaşa leşkerî ya cîhanê li Ermenîstanê hatine lidarxistin.

Peymana têkildar bi fermî bi serokê  konsêya sportên leşkerî ya navneteweyî ê re hatîye îmzekirin da ku mafê mazûvanîya civîna giştî û kongra konsêya sportê ya leşkerî ya navneteweyî ya sala 2027 a bide Ermenîstanê.

Li gorî vê yekê, sala 2027 a de, Ermenîstan wê mazûvanîya şandên bi serokatîya serokên werzîş û perwerdehîya laşî yên hêzên çekdar yên 142 welatên cîhanê bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button