
Konfêransa du rojî wê li Ermenîstanê bê lidarxistin da ku hunera ermenî di çarçoveyeke cîhanî de bê lêkolînkirin.
Li gorî ragîhandina «Armenpress» ê, 15 û 16 ê gulanê de, projeya hunerê ya nûjen û hemdem ya ermenî wê konfêransa navneteweyî ya “Çerçoveya çandî û nasname: hunerê ermenî di dîyaloga cîhanî de” raber bike.
Bernameya durojî li dora çar warên sereke hatîye avakirin: sazî, piştgirî û sîyaseta çandî, zanîna dîjîtal û pêşeroja hunerê, dîyalog û bandorên hunerî û tevgerên hunerî yên ermenî yên hemdem.
Rêvebera AMCA ê Zara Ûzûnyan-Halpîn dibêje: “Hunermendîya ermenî bi sala li kêleka dîroka hunera cîhanê maye, ne ji ber nebûna nirxê, lê ji ber nebûna temsîlîyeta têrker û lêkolîna sîstêmatîk”.
Cîgirê rêveberê AMCA û serokê lêkolînê û serokê konfêransê Îên Robêrtson dibêje: “Ev konfêrans gaveke girîng e ji bo pêşxistina dîyaloga pîşeyî ya navneteweyî, efirandina hevkarîyên nû û xuyabûna hunera ermenî li ser nexşeya çandî ya cîhanî”.







