H’emû nûçeSereke

Pêşnûmeya TRIPP ê wê di nav çend heftîyan de bê îmzekirin: Ararat Mîrzoyan

Belgeya li ser projeya TRIPP ê ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de wê  heftîyên pêş de bi dawî bê îmzekirin.

Derheqa wê yekêda wezîrê  Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan li civîna çapemenîyê de ragîhandîye. Dema ku li ser projeyê axivîye,ewî destnîşan kirîye ku îmzekirina pêşin ya peymana navdewletê heye, ku wê pir zû bibe belgeyeke dawî.

“Metin bi tevahî li ser hatîye lihevkirin, têgihîştin û rêkeftinên sîyasî hene, lê prosêdurên têknîkî hene ku divê di welatan de bên pejirandin. Ez difikirim ku di nav çend heftîyan de em ê îmzeye bikin”.

Wezîr tekez kirîye ku her çend rewşa jêopolîtîk û herêmî tevlihev be jî, alî bi berdewamî pêvajoyê ber bi pêş ve dixin.

“Him hukumeta Dewletên Yekbûyî û him jî hukumeta Ermenîstanê, heta di nav vê hemû kaosa jêopolîtîk û herêmî de jî, li ser vê mijarê, ango li ser pêkanîna TRIPP ê, pir bi baldarî û girîngî dixebitin”. Me ragihandibû ku Komara Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî li ser TRIPP û madenên kêm yên erdê belge îmze kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button